02:35 28 Gulan 2018
helepçe helebçe

Xelkê Helebçeyê ji Almanyayê xwest ku lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

© Sputnik / Ekrem Altun
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 10

Xelkê bajarê Helebçeyê li ber avahiya konsulxaneya Almanya ya Hewlêrê xwepêşandanek li dar xist.

Di xwepêşandana li ber konsulxaneya Hewlêrê ya Almanyayê de, xelkê Helebçeyê wêne û afîşên qurbaniyên kîmyebarana rêjîma Beasê ya seroktiya Sedam Husênî hilgirtin û daxwaza dadgehkirina wan kompaniyên almanî yên çekên kîmyewî dane Iraqê kirin.

‘DIVÊ ALMANYA BIRÎNDARÊN KÎMYEBARANA HELEBÇEYÊ TEDAWÎ BIKE'

Xwepêşanderan ji hikumeta Almanyayê xwest ku birîndarên çekê kîmyayî bo welatê xwe veguhêze ji boy ku bên tedawîkirin, ji ber ku ta niha hejmareke welatiyên xelkê Helebçe ji ber birînên xwe yên bi çekê kîmyayî dinalin û çareseriya wan li vir nebûye.

XELKÊ HELEBÇE: BILA ALMANYA LÊBORÎNÊ JI GELÊ KURD BIXWAZE

Herwiha xwepîşanderan ji hikumeta Almanya xwest ku daxwaza lêborînê ji gelê Kurd bike û tawanên cînosaydên kurda bi giştî û êzidî û kirîstiyan û şebekan jî bi cînosayd binase.

5 HEZAR KURD BI KÎMAYABARANA SEDAM HATIBÛN KUŞTIN

Di roja 16ê Adara 1988an de rejîma Sedam Husênê diktatorê berê yê lraqê bi çekê kîmyewî êrişî ser bajarê Helebçe kiribû û di encamê de bêtirî 5.000 welatiyên sivîl hatibûn kuştin û bi hezaran jî birîndar bûn ku ta niha birîna hinek ji wan nehatiye kewandin û çareserkirin.

Bi heman mijarî:

Bahman Qobadî: Divê em ji bo Efrînê bibin yekdeng
Rûsya: Nêzikî 11 hezar kes ji Xûtaya Rojhilat veqetiyan
Almanya bi 4 milyon û 400 hezar euroyê alavên leşkerî firotin Tirkiyê
Trump: Tê dîtin ku li pişt jehrîkirina Skripal Rûsya heye
Washingtonê mueyideyên nû li ser Rûsyayê danîn
Etîketan:
Kompaniyên Almanyayê çekên kîmyewî, Kîmyabarana Helebçeyê, Almanya, Kurdistan, Almanya, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de