14:54 22 Gulan 2018
    Pêşmerge rahênan - çekên Almanî

    Almanya: Hebûna leşkerên me ya li Kurdistanê wê berdewam bike

    © REUTERS /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Almanyayê daxuyand ku şêwirmendî perwerdekariya leşkerên wan ya ji bo Herêma Kurdistanê dê berdewan bike.

    Li gorî agahiyên Rûdawê Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen li Parlamentoya Almanyayê ji bo parlamenterekî almanî diyar kir ku şêwirmendî û perwerdehkariya leşkerên Almanyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê dê berdewam bike.

    Von der Leyen diyar kir ku leşkerên almanî dê di vê pêvajoyê de dê ji bo şer perwerdehiyê nedin lê dê ji bo fêrkirina hêzên lokal kar bikin. Di çarçoveya vê fêrkirinê de dê perwerdehiya xweparastinê ji çekên kimyewî û biyolojîk were dayîn û herwisa dê avakirina fêrgehên leşkerî û perwerdekirina leşkeran were hînkirin.

    Wezîra almanî herwisa derbirî ku piştgiriya wan ya ji bo hêzên pêşmerge ji bo şerê li dijî DAIŞê gelekî girîng bû.

    Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê jî anî ziman ku ew pêwîst dibînin ku leşkerên welatê wan li Iraq û Herêma Kurdistanê bimînin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî derbarê vekirina balafirxaneyên Kurdistanê de peyamek weşand
    Ji nûnerê Donald Trump daxuyaniya Kurdistanê
    Ji Serokomarê Fransayê peyama Kurdistanê
    Ebadî: Me bi Herêma Kurdistanê re rûpeleke nû vekir
    Balyozê Çînê serlêdana Herêma Kurdistanê kir
    Etîketan:
    hebûn, Hêzên Pêşmerge, Wezîra Parastinê ya Almanyayê, Ursula von der Leyen, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de