05:50 23 Hezîran 2018
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Konsulê nû yê Birîtaniyayê li Hewlêrê Martyn Warr re

Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê kir

© Foto : cabinet.gov.krd
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Nêçîrvan Barzanî li Hewlêra paytext pêşwaziya Balyozê Brîtanya yê li Bexdayê John Wells û heyeta ligel kir.

Nêçirvan Barzanî
© Foto : Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî duhî li Hewlêra paytext pêşwaziya Balyozê Brîtanya yê li Bexdayê John Wells û heyeta ligel kir. Di hevdîtinê de têkiliyên dualî yên navbera Hewlêr û Londrayê hat nirxandin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku Balyozê Brîtanyayê di axaftina xwe de gotiye: "Brîtanya piştgiriya Herêma Kurdistaneke bihêz dike û ji peymana navbera Hewlêr û Bexdayê kêfxweş e."

John Wells di dirêjiya axaftina xwe de gotiye: "Divê diyaloga navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê dewam bike." Barzanî jî di hevdîtinê de ji bo vekirina balafirxaneyan gaveke erênî nirxandiye û daxwaza pêşxistina têkiliyên Kurdistan û Brîtanyayê kiriye.

Bi heman mijarî:

Barzanî derbarê vekirina balafirxaneyên Kurdistanê de peyamek weşand
Barzanî: Biryara Iraqê gaveke girîng e
Barzanî: Biryara Ebadî ya derbarê balafirxaneyan de gelek girîng e
Barzanî: Iraq bi fikra înkarê serweriyê li Kurdistanê dike
Barzanî û Ebadî bi rêya telefonê axivîn
Etîketan:
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, John Wells, Nêçîrvan Barzani, Brîtanya, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de