01:06 22 Hezîran 2018
Fermandarên YPGê û artêşa Amerîkayê

Arzu Yilmaz: Di vê pêvajoyê de têkiliya Amerîka û kurdan wê hîn zelal bibe

© REUTERS / Rodi Said
Kurdistan
Lînkê kurt
Mustafa Zengin
0 50

Dr. Arzu Yilmaz ji bo hatina wezîrê nû yê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir ku di vê pêvajoyê de têkiliya di navbera Amerîka û Kurdan de wê hîn zelal bibe. Yilmaz herwisa bal kişand ser bi hatina Pompeo têkiliya Amerîkayê û Rûsyayê wê hîn bi alozî derbas bibe.

Akademisyana zanistiya siyasî û têkiliyên navdewletî Dr. Arzu Yilmaz di warê hatina wezîrê nû yê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo de pêvajoya nû ya siyaseta Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn, têkiliya Amerîka ya bi kurdan re û herwisa ya bi Rûsya, Tirkiye û Îranê re ji bo Sputnik Kurdistanê nirxand.

‘TÊKILIYA AMERÎKA Û RÛSYAYÊ WÊ HÎN BI ALOZÎ DERBAS BIBE'

Dr. Arzu Yilmaz anî ziman ku bi vê rêveberiya nû, yanê bi hatina vî wezîrê nû yê karên derve yê Amerîkayê, îhtimal e ku meqesa di çarçoveya Rojhilata Navîn de di navbera Pentagon (Wezareta Parastinê ya Amerîkayê) û Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de bi awayekî zêde vebûbû, were girtin. Yilmaz li ser mijarê ev tişt gotin:"Beriya her tiştî, Pompeo ji Tillerson cudatir e ku dê di mijara têkiliyên Amerîka û Rûsyayê de bibe xwediyê gotineke tûnd û tûj. Ya rast hêdî hêdî em îşaretên vê yekê jî dibînin û em dixwînin. Ji ber ku Tillerson di çarçoveya Rojhilata Navîn de her tim ji bo têkiliyên Amerîka û Rûsyayê polîtîkayeke diyalogê meşand. Lê dikare were gotin ku bi hatina vî wezîrê nû yê karên derve têkiliyên Amerîka û Rûsyayê di çarçoveya Rojhilata Navîn de ji vê pêvajoyê şûnde wê hîn bi aloz derbas bibin."

‘LI ROJHILATA NAVÎN NAKOKIYEKE GIRÎNG YA AMERÎKAYÊ HEYE'

Dr. Yilmaz di axaftina xwe de di çarçoveya Rojhilata Navîn de behsa bandora hatina Pompeo ya li ser ser Îranê kir û wisa berdewam kir: "Tê zanîn ku Trump ji dema hatina xwe ya ser peywirê û vir ve mijara peymana nukleerê ya bi Îranê re her tim tîne rojevê û gelek caran anî ziman ku Îran li gorî peymanê tevnagere. Ewropa di warê berdewamkirina peymanê de bi awayekî cidî li ber xwe dide. Lê wekî min got, di vê pêvajoya nû de guhertina di warê politikaya diyalogê ya navbera Amerîka û Rûsyayê de wê di polîtîkaya li hemberî Îranê de hîn zelal bibe. Lê di vir de nakokiyeke girîng ya Amerîkayê heye. Ew jî ev e: Amerîka ev demeke dirêj e li Rojhilata Navîn, wekî du aktoren sereke yên herêmê ne bi Îranê re ne jî bi Tirkiyeyê re nikare hevkariyekê pêk bîne."

‘RÛSYA DIKARE HIM BI TIRKIYEYÊ RE HIM JÎ BI ÎRANÊ RE DIXEBITE'

Arzu Yilmaz li beramberî vê siyaseta Amerîkayê behsa siyaseta Rûsyayê ya bi Tirkiye û Îranê re kir û ev tişt gotin: "Û ligel vê yekê welatê ku dikare bi van herdu aktoran re bixebite, ku ji van aktoran Tirkiye endamê NATOyê ye, Rûsya ye. Ev ji bo çi girîng e? Ji ber ku ger Amerîka dixwaze hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn bi awayekî aktîf bidomîne, divê ji van herdu aktoran bi yekî re hevkariyeke bi fonksiyon ava bike. Niha tê xuya ku nîşandayîna helwesteke zelal ya Amerîkayê li dijî Îranê, di heman demê de girêdayî sererastkirina têkiliyên wê yên bi Tirkiyeyê re ye."

‘DIBE KU WEZÎRÊ NÛ YÊ AMERÎKAYÊ LI HEMBERÎ TIRKIYEYÊ BI TOLERANS TEVNEGERE'

Yilmaz destnîşan kir ku Pompeo bi taybetî li hemberî rêvberiya Erdogan daxuyaniyên tund dane û wezîrekî ku bi awayekî antîpatîk li vê rêveberiya Erdogan dinêre û li ser berdewamkirina rewşa erênî ya têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê diyar kir ku ev rewş bi guman tê xuya: "Guman heye ku wezîrê nû yê Amerîkayê wekî Tillerson li hemberî Tirkiyeyê helwesteke bi tolerans nîşan nede û ji bo vê yekê têra xwe nîşan jî hene. Wekî min got, nakokiya sereke ya Amerîkayê ew e ku di çarçoveya Sûriye û Iraqê de li Rojhilata Navîn bi du aktorên sereke yên wekî Tirkiye û Îranê re nikare bixebite. Heta ku têkiliyên xwe yên yekî bi van re sererast neke, bandora wê ya li Rojhilata Navîn wê sînodar be. Ligel vê yekê tê payîn ku Pompeo têkiliyên bi Rûsyayê re hîn dijwartir bike û dikare were gotin ku ev wê têkiliyên Amerîkayê yên bi Tirkiye û Îranê re têxe pêvajoyeke krîtîk."

‘GAV Û TERCÎHÊN AMERÎKAYÊ PÊŞIYA ÎRANÊ VEKIR'

Yilmaz derbirî ku di çarçoveya Rojava û Herêma Kurdistanê de rêveberiya Trump her çiqas Îranê wekî metirsiyekê dibîne jî, ev yek bi awayekî berbiçav û şênber xwe li qadê nîşan neda: "Di encamê de Amerîkayê her çi qas bi gotinê Îran wekî metirsiyekê bi nav kiribe jî, ji dema Obama û vir ve gav û tercîhên Amerîkayê li qadê pêş Îranê vekiriye. Di dema Obama de tercîheke bi zanebûn bû lê di dema Trump de wekî rewşeke nakokî berdewam kir. Îran wekî metirsiyekê hat binavkirin lê li qadê bêyî cudahiyeke ji rêveberiya Obama, Amerîkayê ji bo avantajên Îranê bûn xwediyê pozîsyonekê."

‘HELWESTA BI NAKOKÎ YA AMERÎKAYÊ LI HEMBERÎ BAŞÛR Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DÊ HÎN ZELAL BIBE'

Dr. Arzu Yilmaz ji bo pirsa "ev helwesta Amerîkayê ya li hemberî Îranê wê çi bandorê li ser Rojava û Herêma Kurdistanê bike" derbirî ku ji bo vê yekê peşiyê divê di çarçoveya Rojhilata Navîn de pêvajoya têkiliyên Rûsya û Amerîkayê were şopandin û ev tişt anîn ziman: "Em vê mijarê ji dema ketina Rûsyayê ya ji bo Sûriyeyê û vir ve nîqaş dikin. Gelo pêvajo û rêveberiyên nû yên li Rojhilata Navîn dê bi hevkariya Rûsya û Amerîkayê were avakirin an dê di encama nelihevkirina herdu aliyan de pêk were? Bi ya min bandora girîng ya hatina Pompeo, dê di vî warî eşkere bibe. Ya duyem, têkiliya Tirkiye û Amerîkayê ya ku ev demeke dirêje di trîbulansê de ye, bi gotineke kurdan dê bi awayekî "an hero an mero" encam bide. Di encamê de him siyaseta Başûrê Kurdistanê him jî siyaseta Rojavayê Kurdistanê dê di çarçoveya têkiliyên Amerîka-Rûsya-Îran û Tirkiyeyê de şikil bigire. Pêşiyê divê em têkiliyên Amerîkayê yên bi Rûsya-Tirkiye û Îranê re fêm bikin û paşê jî di vê çaçroveyê de li siyaseta kurdan binerin. Lê ji niha ve em dikarin bibêjin, ew helwesta ku Amerîka bi awayekî nakokî li hemberî Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê nîşan dide, wê hîn zelal bibe. Di encamê de dikare were gotin ku di vê pêvajoya nû de polîtîkaya Amerîkayê ya ji bo Rojhilata Navîn dê hîn zelal bibe. Bi vê yekê re wê şert û mercên ku Amerîka bi awayekî hîn eşkere û berbiçav piştgiriya kurdan bike, pêk were."

Bi heman mijarî:

Yildirim: Pirsgirêkên me yên bi Amerîkayê re ne tiştekî veşartiye
Balyozê berê yê li Amerîkayê: Washîngton ji operasyona Efrînê aciz e
Amerîkayê li NYyê pêşniyara agirbesteke bo 30 rojan ji bo Xûtayê lkir
Îbrahîmovîçê 36 salî kariyera xwe ya fitbolê wê li Amerîkayê bidomîne
Ji Serokomarê Fransayê peyama Kurdistanê
Ji nûnerê Donald Trump daxuyaniya Kurdistanê
Barzanî derbarê vekirina balafirxaneyên Kurdistanê de peyamek weşand
Ebadî: Me bi Herêma Kurdistanê re rûpeleke nû vekir
Etîketan:
têkilî, Akademisyena Zannistiya Siaysetê û Têkiliyên Navdewletî, Mike Pompeo, Arzu Yilmaz, Sûriye, Amerîka, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de