05:50 23 Hezîran 2018
Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

Barzanî derbarê vekirina balafirxaneyên Kurdistanê de peyamek weşand

© Foto : presidency.krd
Kurdistan
Lînkê kurt
0 20

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê biryara Bexdayê ya rakirina qedexeyan li ser balafirxaneyên Kurdistanê nirxand û got, vekirina balafirxaneyan gaveke baş e, lê pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de ne tenê pirsgirêka balafirxane û mûçeyan e.

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Barzanî mijara rakirina qedexeyan li ser balafirxaneyên Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Twitterê nirxand û got  vekirina balafirxaneyên Herêma Kurdistanê, gaveke başe ji bo destpêkirina çareseriya pirsgirêkan.

Barzanî herwiha diyar kir ku pêwîst e hemû alî wê yekê ji bîr nekin ku pirsgirêka di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê pirsgirêka mafên siyasî, netewî, dîrokî, yasayî, mirovî û aboriya gelê Kurdistanê, tenê li mijara vekirina balafirxane û budceyê da nayê sînordarkirin.

​Hêjayî gotinê ye ku duhî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihandibû ku roja pêncşemê balafirxaneyên Kurdistanê vedibin û mûçeyên karmendên wezareta perwerdehiyê û tenduristiyê jî di demeke nêzîk de bêne şandin.

 

 

Bi heman mijarî:

Barzanî: Biryara Iraqê gaveke girîng e
Barzanî: Biryara Ebadî ya derbarê balafirxaneyan de gelek girîng e
Barzanî: Pirsgirêk ne şandina mûçe û vekirina balafirxaneyan e, siyasî û netewî ye
Barzanî: Iraq bi fikra înkarê serweriyê li Kurdistanê dike
Barzanî û Ebadî bi rêya telefonê axivîn
Malpera fermî ya Mesûd Barzanî dest bi weşanê kir
Mesûd Barzanî spasiya HDPê kir
Mesûd Barzanî ji bo Efrînê daxuyaniyek da: Em dilgiran in
Etîketan:
Vekirina balafirxaneyan, Serokê berê yê Herêma Kurdistanê, Têkiliyên Bexda û Herêma Kurdistanê, mûçe, daxuyanî, Mesûd Barzanî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de