16:51 21 Hezîran 2018
Nêçîrvan Barzanî

Barzanî: Biryara Iraqê gaveke girîng e

© REUTERS / Azad Lashkari
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser biryara vekirina balafirxaneyên Herêma Kurdistanê ragihand ku ev vê biryara bi kêfxweşî pêşwazî dikin û herwisa got, em li bende ne ku Iraqê mûçeyên beşek karmendan jî bişîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser biryara hikûmeta Iraqê ya ji bo vekirina balafirxaneyên Herêma Kurdistanê ji bo firînên navdelwetî û vegerandina biryara budceyê ya Iraqê ji aliyê Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm ve, daxuyanî dan.

Barzanî derbirî ku wî şeva borî bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtinek pêk aniye û got, Ebadî di wê hevdîtinê de diyar kiriye ku ew ê teqez balafirxaneyên Herêma Kurdistanê vekin û mûçeyên beşeke karmendên Kurdistanê bişînin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku Ebadî li ser wê hevdîtina me îro di civîna xw eya ligel şandeya Herêma Kurdistanê ew dê mûçeyên beşeke karmendên Kurdistanê bişînin. Barzanî herwisa biryara vekirinê ya ji bo balafirxaneyên Herêma Kurdistanê jî weî gaveke girîng bi nav kir û daxwaza çareserkirinê ya hemû pirsgirêkan kir.

Bi heman mijarî:

Serokkomarê Iraqê projeya budçeya Iraqê red kir
Serokê PSDK: Divê kurd li hemberî Iraqê hewqas xwe biçûk nekin
Asayîşa Iraqê li Kerkûkê dîsa kurd ji mal revandin
‘Em ê hêzên amerîkî ji Iraqê derxînin'
Koalîsyona Navdewletî biryara mayîna xwe yê li Iraqê da
Etîketan:
girîng, biryar, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de