00:56 21 Nîsan 2018
    bajarê hewlêrê

    ‘Bexdayê mûçeyên wezaretên Perwerde û Tenduristiyê şand'

    © Sputnik / Ekrem Altun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ragihand ku hikûmeta Iraqê mûçeyên karmendên Wezaretên Perwerdehiyê û Tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê şandiye lê hîn fermana belavkirinê nehatiye dayîn.

    Îro roja sêşemê Wezîrê Darayî yê Kurdistanê Rêbaz Hemlan pêşwazî li serokê bankeya navendî ya Iraqê Elî Ellaq kir. Piştî hevdîtinê Hemlan û Ellaq daxuyaniyeke hevpar dan rojnamegeran.

    Rêbaz Hemlan li ser mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê got, "hikûmeta Kurdistanê dê di çarçoveya dahata xwe de li ser dayîna mûçeyean berdewam e. Lewra beriya Newrozê mûçeyên meha Mijdara 2017an yê mamostayan were dayîn û mûçeyên wezaretên din jî piştî Newrozê dê werin dayîn."

    Wezîrê Darayî herwiha da zanîn, hikûmeta Iraqê jî hinek dirav bo mûçeyê karmendên wezaretên Perwerdehiyê û Tenduristî yên Kurdistanê şandiye Hewlêrê lê hîn fermana belavkirinê nehatiye dayîn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    'Iraqê dema dayîna mûçeyên Kurdistanê eşkere kir'
    Mamoste Adil Elî: Heta mûçeyên me neyên dayîn em dê baykotê berdewam bikin
    Iraqê beşeke mûçeyên Herêma Kurdistanê şand
    Hikumeta lraqê ji bo şandina mûçeyên fermanberan sê şert pêşniyar kirin
    Ebadî: Em ê hemû mûçeyên Herêma Kurdistanê bişînin
    Etîketan:
    Ferman, Mûçe, Aborî, Rêbaz Hemlan, Eli Ellaq, Hewlêr, Bexda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de