01:03 22 Hezîran 2018
Pêşmerge

Piştî vekirina balafirxaneyên Kurdistanê ji Bexdayê daxuyaniya lihevkirina Pêşmerge

© REUTERS / Ari Celal
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Piştî vekirina balafirxaneyên Herêma Kurdistanê yên Hewlêr û Silêmaniyê ji Bexdayê daxuyaniya lihevkirina hêza Pêşmerge. Li gor daxuyaniyê di navbera artêşa Iraq û hêza Pêşmerge de ti lihevkirinek nehatiye kirin.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Yehya Resûl di daxuyaniya xwe de ji bo îdîayên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de peymana sînoran hat îmzekirin got: "Ji bo diyarkirina sînorên Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê ti peyman di navbera Hewlêr û Bexdayê de nehatiye îmze kirin."

Yehya Resûl di berdewamiya axaftina xwe de got: "Nûçeyên dibêjin di navbera Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş a Iraqê General Ebdulemîr Reşîd Yarallah û hêza Pêşmerge de ji bo sînoran peyman hatiye îmzekirin ti rastiya wê tineye. Herwiha ji bo operasyona hevbeş a navçeya Kifriya Kerkûkê jî ti odeyên hevpar nehatine avakirin."

Bi heman mijarî:

Fermandarê kurd yê êzidî him PKK him jî pêşmerge rexne kir
Fîlmê Pêşmerge wê li Kongreya Amerîkayê were temaşekirin
Li Xurmatuyê teqîn: 5 pêşmerge birîndar bûn
Di navbera Pêşmerge û koma Alayên Spî de şer derket
Berdevkê Wezareta Pêşmerge: Em hewil didin ku Hêzên Pêşmergê bikin yek
Pêşmerge: Haya me ji avakirina odeya hemahengiyê tune ye
Etîketan:
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, Hêza Pêşmerge, Yehya Resûl, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de