06:30 27 Gulan 2018
Mihemed Hecî Mehmûd

Serokê PSDK: Divê kurd li hemberî Iraqê hewqas xwe biçûk nekin

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Serokê PSDKê Mihemedê Hacî Mehmûd di hevpeyvîneke xwe de ragihand ku ez ji rewşa niha ya Kurdistanê dilgiran im ku kurd di dema danûstandinan de xwe ewqasî biçûk dikin.

Serokê Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê (PSDK) Mihemedê Hacî Mehmûd di hevpeyvîneke xwe de got: "Ez ji rewşa niha ya Kurdistanê pir dilgiran im ku kurd di dema danûstandinan de xwe ewqasî biçûk dixin. Iraq ne lehengekî ewqasî mezin e ku kurd xwe di rewşeke xirab de bibînin. Niha li beramberî me iraqeke mezhebî, hilweşiyayî heye ku bi pirsgirêkan re mijûl e."

Hacî Mehmûd di berdewamiya hevpeyvîna xwe de dibêje: "Hejmara kursiyên hemû parêzgehan hatine diyarkirin û pêwîst bû tevahiya kurdan hilbijartinên Iraqê boykot bikira. Dema Bexdayê geştên navdewletî yên firokexaneyên Herêma Kurdistanê dane rawestandin, pêwîst bû Herêma Kurdistanê jî geştên esmanî yên Hewlêr û Silêmaniyê li gel Bexda, Necef û Besrayê rawestandiba."

Bi heman mijarî:

Hacî Mehmûd: Piştî referandumê Tirkiye û Îran nikarin deriyê sînor bigirin
Hacî Mehmûd: Divê Hêzên siyasî yên beşên din pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê re çênekin
Hacî Mehmûd: Divê kurd jî bibin xwedî dewlet
Serfermandarê Kerkûkê Mihemed Hacî Mehmûd birîndar bû
Mihemedê Hacî Mehmûd ‘xelata bavê şehîdan’ wergirt
Etîketan:
PSDK, Mihemedê Hacî Mehmûd, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de