21:49 25 Gulan 2018
Artêşa Iraqê - Kerkûk

Asayîşa Iraqê li Kerkûkê dîsa kurd ji mal revandin

© Sputnik / NAZEK MOHAMMAD
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku Şeva borî li Kerkûkê hêza Dijeteror a Iraqê bi ser mala welatiyekî kurd ê kakaî de girt û bav û kurê wî revandin.

Li gor şahidê bûyerê Saman Ebdilsetar ku mam û pismanê kesên revandî ye ragihand ku li taxa Esra û Mefqodîn ya Kerkûkê hêza Dijeteror a Iraqê bi ser mala Ebdilcebar Rehber (72 salî) û kurê wî Ehmend Ebdilcebar (22 salî) de girt û ew ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Ebdilsetar di berdewamiya axaftina xwe de dibêje "Hêza Dijeterorê hat wê malê ku daxwaza kurê din yê binavê Elî Cebar dikirin ku ew ji asayîşa YNKê ye, lê Elî Cebar ne li malê bû, wê dema hêza Dijeterorê bav û birayekî wî desteserkirin."

Şahidê bûyerê di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Ta niha çarenivîsa Ebdilcebar Rehber û Ehmend Ebdilcebar ne diyar e û heger îro çarenivîsa wan diyar nebe jî, ew wek kakaî xwepêşandenekê li pêş avahiya parêzgariyê dikin û daxwaza zanîna çarenivîsa wan dikin."

Bi heman mijarî:

Berpirsê asayîşê: Li Kerkûkê wê Newroz were pîrozkirin
Gelê Kerkûkê biryara hildana ala Kurdistanê di Newrozê de stand
Li Zanîngeha Kerkûkê cilûbergên kurdî hatin qedexekirin
Azadî Cebarî: Asayişa YNKê venegeriyaye Kerkûkê
Li navenda Kerkûkê hewla kuştina serdarekî polîsan hat kirin
Etîketan:
Iraqê dîsa hemwelatiyên kurd revandin, Saman Ebdilsetar, Kurdistan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de