15:08 25 Hezîran 2018
Artêşa Tirkiyeyê - leşkerên tirk - tanka tirk

'Hêzên Tirkiyeyê 3-4 kîlometreyan ketin nav axa Herêma Kurdistanê'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 03

Birêveberê Nahiyeya Sîdekanê Îhsan Çelebî ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê bi qasî 3 heta 4 kîlometreyan ketine nava xaka Herêma Kurdistanê.

Birêveberê Nahiyeya Sîdekanê ya bi ser qezaya Soranê ya li ser sînorê Tirkiye û Îranê ve Îhsan Çelebî ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku şeva borî balafirên Tirkiyeyê devera Xwakurk, Zab, Metîna, Avaşîn, Basyan û çend deverên din ên li Herêma Kurdistanê bombebaran kirine.

Herwiha Çelebî diyar kir ku hêzên Tirkiyeyê bi çekên giran bi qasî 3-4 kîlometreyan sînorên nahiyeya Sîdekanê derbas kirine û ketina nav sînorên Herêma Kurdistanê û her şev ji tirsa êrîşên endamên PKKê derdora bingehên xwe topbaran dike.

Çelebî di berdewamiya axiftina xwe de wiha got: "Di van çend şevên borî de her dengê teqe û pevçûnan dihat bihîstin lê ji ber ku ew deverên hêzên Tirkiyeyê ketine wan, çol in, me ti agahiyên durist derbarê wan de bi dest nexistiye. "

Ji aliyê din ve, birêveberê nahiyeyê destnîşan kir ku "carinan hêzên Tirkiyeyê, nexasim bi şev, dikevin ber êrîşên endamên PKKê û hinek ji wan hêzan vê dawiyê bi paş ve ber bi sînorên Tirkiyeyê ve vekişiyane."

Bi heman mijarî:

PKKê ji bo Herêma Kurdistanê pêşniyarek pêşkeş kir
Li Meraşê 7 mamoste bi îdiaya probagandaya PKKê hatin girtin
Li Edenê bi hinceta PKKê 8 Kes hatine binçavkirin
Etîketan:
Îhan Çelebî, Sîdekan, Soran, Tirkiye, Kurdistan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de