08:50 23 Nîsan 2018
    DAIŞ

    'DAIŞ dîsa xwe organîze dike'

    © AP Photo / Militant website
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragihand, "rêxistina terorîstî ya DAIŞê li Kerkûk û Mûsilê xwe amade dike dîsa dest bi çalakiyên xwe yên terorîstî bike".

    Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê, Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmetî gotiye, dema mirov rûdanên çend rojên borî yên li Kerkûkê û Mûsilê dide ber hev, mirov digihê wê baweriyê ku DAIŞ ji nû ve xwe organîze dike.

    Herwiha Hîkmetî gotiye, ev jî nîşan dide ku êriş û çalakiyên terorîstî yên DAIŞê dê zêde bibin.

    Beriya niha Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) jî ragihandibû, DAIŞ li Iraq û Sûriyê dîsa xwe organîze dike.

     

    Bi heman mijarî:

    'Endamên DAIŞê hewl didin di hilbijartinên Iraqê de bibin namzed'
    Reuters: DAIŞê êrişa Kizlyarê girte ser xwe
    Dadgeha Iraqê ji ber ku ‘beşdarî DAIŞê bûye' cezayê darvekirinê da tirkekê
    Fermandar: "Tekoşîna DAIŞê wê bi salan dewam bike
    ‘Heşda Şeibî tola endamên xwe yên DAIŞê revandibûn ji erebên sûne distîne’
    'Berpirsê pereyan ê DAIŞê hat desteserkirin'
    Etîketan:
    DAIŞ, Helgurd Hikmet, Mûsil, Kerkûk, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de