01:31 24 Gulan 2018
    Ala Kurdistanê

    Gelê Kerkûkê biryara hildana ala Kurdistanê di Newrozê de stand

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Beriya destpêkirina pîrozbahiyên Cejna Newrozê bi demekê hêza Heşda Şeibî ya Şîe ku digel hêzên Iraqê 16ê Cotmeha 2017an ketibû Kerkûkê, hişyarî dabû û gef hilnedana ala Kurdistanê li dema pîrzobahiyên cejnê xwaribû.

    Hat ragihandin ku nûnerên gel ên parêzgaha Kerkûkê, li ser gef û qedexeyên ji bo hildana ala Kurdistanê civiyan û biryar standin li dema pîrozbahiyên Newrozê wekî her car ala Kurdistanê hildin.

    Nûnerên gel herwiha ji aliyên siyasî piştgiriya vê biryarê xwestin û hêvî kirin derbarê qedexeyê de fişarê li ser rêveberiya Kerkûkê ya hatiye tayînkirin bikin.

    Hêjayî gotinê ye, beriya 16ê Cotmehê bi biryara Encûmena Kerkûkê bi fermî ligel ala Iraqê dihat hildan û di destûra Iraqê de jî ti astengî bo hildana wê tineye heta ku ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ve hat kontrolkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Efrînê banga liv û tevgera lezgîn ji OHCHRyê hat kirin
    Rojbûna kozmonot Gagarînê ku serdema fezayê daye destpêkirin
    Li Tirkiyeyê 2 rojnamevan hatin azadkirin
    Mûzîkjenê navdar Yanni besteyeke xwe diyarî kurdan kir
    Rûsya: Helmeta alîkariya mirovî ya Xûtaya Rojhilat bi serkeftî hat encamdan
    Etîketan:
    Newroz, Kerkûk, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de