22:02 19 Nîsan 2018
    Mûsil

    "Polîsek bi tohmeta 'propogandaya serxwebûna Kurdistanê' bi êşkenceyê hat kuştin"

    © AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)
    0 01

    Medyaya Herêma Kurdistanê ragihand ku polîsekî ereb ê ji herêma Nînewayê bi tohmeta "propogandaya serxwebûna Kurdistanê" ji ber êşkenceya Artêşa Iraqê hatiye kuştin.

    Berdevkê Komegeha Eşîrên Erebî yên li Nînewyaê Mezahim el Hiwêt daxuyaniyek da û tê de got ku" welatiyên bi navê Xalid Ehmed Mihemed el Cihêşî yê ji gundê Birxiliyê yê girêdayî navçeya Eyazeya qezaya Tileferê ji ber êşkenceya zêde li ser destê efserekî îstîxbarata lîwaya 15an ye bi navê Îhab ku ji xelkê Nasiriyeyê ye".

    Li gorî Kurdistan24ê, Hiwêtî diyar kiriye ku "El-Cihêşî li gel du kesên ji qereqola gundî berî çend rojan ji aliya lîwaya 73an, liqa 15an a Artêşa Iraqê ve hatibûn desteserkirin."

    Di berdewamiya axiftina xwe de got: "Ew polîsekî navçeya Rebîayê bû lê wê hêzê bi tohmeta ku ji bo hêza Asayîşê(Hêzên Ewlekariya Kurdî) wek çavkanî dixebite û propogndaya referandûma 25ê Îlonê ya li Kurdistanê dike."

    Herwiha El-Hiwêt bangî civaka navdewletî, hevpeymaniya navdewletî û saziyên mafên mirovan kir ku rê li ber êşkencekirin û binpêkirina mafên mirovan rawestîne.

     

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Kurdistanê paketa reformê pejirand: Hêzên Pêşmerge dibin yek
    'Pişka Herêma Kurdistanê ji budçeya federal hat zêdekirin'
    Etîketan:
    Mezahim el Hiwêt, Kurdistan, Nînewa, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de