06:30 27 Gulan 2018
Kerkûk

Waliyê Kerkûkê biryara xerakirina malên kurdan deranî

© Sputnik / Nazek
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku Waliyê Kerkûkê ku bi wekaletî wezîfeyê dimeşîne biryar da ku malên kurdan xera bikjin.

Li gor zanyariyên berdest, Waliyê Kerkûkê Rakan Saîd biryar daye ku xaniyên kesên xizan û kesên ku sala 2003an vegeriyabûn Kerkûkê hemûyan xera bikin.

Endamê meclîsa bajarê Kerkûkê yê bi ser lîsteya Yekgirtuya Îslamî Ciwan Hesen jî biryara Waliyê Kerkûkê serast kir û got: "Ez bi Rakan Said re li ser vê mijarê axivîm. Wî jî qebûl kir ku bi wekalet ew biryar girtine. Min ji wî re got hûn dixwazin şer li Kerkûkê derxînin? Hûn dixwazin malên welatiyan xerab bikin? Eger armanca we taxên Pence Elî, Barûtxane û Feylek be, ew tax sala 2003an hatine çêkirin û hûn bi xerabkirina wan taxan dixwazin Kerkûkê bikin çol?"

Ciwan Hesen di berdewamiya axaftina xwe de got: "Walî jî îdîa kiriye ku ew biryar ne ji bo wan taxan e û armanca wan ew xaniyên dawîn yên li ser erdê dewletê hatine çêkirin in."

Bi heman mijarî:

YNK: Kerkûk hatiye dagirkirin
Barzanî: Kerkûk dagîrkirî ye û ta rewşa wê asayî nebe em qebûl nakin
‘Kerkûk ji Kurdistanê nayê qutkirin'
Azad Cebarî: Kerkûk hêşta dibin kontrola supa û Heşda Şeibî de ye
Komela Îslamî: Hikûmeta Iraqê ji tawanên Kerkûk û Xurmatûyê berpirsyar e
Etîketan:
Waliyê Kerkûkê, Ciwan Hesen, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de