14:51 19 Nîsan 2018
    Balafirgeh - Balafir - Kurdistan

    Yekem balafir ji balafirgeha Silêmaniyê ber bi Siûdî ve firiya

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Piştî daxstina balafirgehên Hewlêr û Silêmanyê ji aliyê hikumeta lraqê ve, îro roja çarşemê yekem firoke ji balefrgeha Silêmaniyê ber bi welatê Erebistana Siûdiyê bi rê ket.

    Berpirsê Ragihandina Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê Dana Mihemed ragihand ku îro roja çarşemê yekem firoke bo gihandina Umrekarên Kurdistanê ji balafirgeha Silêmaniyê bo Erebistana Siûdiyê firiya.

    Mihemed da xuyakirin ku wê firokê 168 umrekar hilgirtibûn û di rojên dahatî de firîna firoka ji balefrgeha Silêmaniyê bo Siûdiyê bi merema gihandina erka Hecî û umrekarên Kurdistanê wê berdewam be.

    Hêjayî gotinê ye, piştî encamdana referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê di roja 25 îlona sala par de, hikumeta lraqê biryara qedexekirina hatin û çûyînê ji balafirgehên herêma Kurdistanê re derxist û ta niha jî ew biryar berdewam e û balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê tenê bo navxweya lraqê tên bikaranîn û firokên derve nikarin li wan dadin.

    Bi heman mijarî:

    Li Qoserê kêlên gorên PKKyiyan hatin xirakirin
    Rûsya: Îdiayên rastlêhatî lêdana Xûtaya Rojhilat ji aliyê Sûriyeyê ve bêbingeh in
    'Li Sûriyeyê rêxistina sîwan a cîhadiyan ‘Hurras el Dîn’ hat avakirin'
    ‘Artêşa Sûriyeyê bi pêşdeçûna xwe ya li Xûtaya Rojhilat berdewam kir'
    Ji Pûtîn peyama 8ê Adarê: Jin bi taybetmendiyên xwe yên tîpîk ji zilaman bi avantajtir in
    Etîketan:
    Balafirgehên Kurdistanê, Balafirgehên Herêma Kurdistanê, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de