10:34 23 Nîsan 2018
    Şandeyeke Herêma Kurdistanê li Îranê ye

    Şandeyeke Herêma Kurdistanê li Îranê ye

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Şandeyeke Herêma Kurdistanê li ser daxwaza rayedarên Îranê serdana wî welatî kiriye.

    Berpirsyarê medyaya parêzgeha Hewlêrê kopyayekê wê Sputnik Kurdistanê re şand û tê de diyar kir ku şandeyeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Parêzgerê Hewlêrê Newzad Hadî li ser daxwaza Şaredarê Parêzgeha Azerbeycana Rojhilat a Komara Islamya Iranê Mihemed Mehdî serdana Îranê kiriye.

    Herwiha hat gotin ku di serdana xwe de şandeya herêmê li gel berpirsên Îranê û Parêzgeha Azerbeycana Rojhilat têkilîdarî çawaniya berfirehkirina pêwendiyên herdu aliyan di hemû waran de civîn li dar xistine, bi taybetî di warê bazirganî û hatina seyrangerên Îranê bo Herêmê û beşdariya kompaniyên wî welatî di pêvajoya avedankirina herêmê de jî civîn hatine lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Rûhanî: Bi alîkariya Îranê polîtîkayên parçekirinê hatin têkdan
    Wezîrê Îsraîlê: ‘Sûriye piştgiriya Îranê bike, wê Esad û Artêşa wî brînek mezin bistîne'
    Îranê bersiva Amerîkayê da: Hebûna me li Sûriyeyê meşrû ye
    Etîketan:
    Newzad Hadî, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de