21:27 24 Nîsan 2018
    Hewlêr - Kurdistan

    Fermandarekî HDKê di encama sûîqesdekê de jiyana xwe ji dest da

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 02

    Hat ragihandin ku fermandarê navdar yê Hizbî Demokratî Kurdistan (HDK) Qadir Qadirî îro sibehê li navçeya Balisanî yê Herêma Kurdistanê di encama sûîqesdeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.

    Hat ragihandin yek ji fermandarên navdar yên pêşmergeyên Hizbî Demorkatî Kurdistan (HDK) Qadir Qadirî serê sibeha îro li navçeya Balîsanê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê kesên nenas ve rastî sûîqesdeke çekdarî hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

    Endamê serkirdatiya HDKê Dara Natiq derbarê mijarê de ji bo Sputnik Kurdistanê got, "Îro sibehê fermandarê partiya me Qadir Qadirî li navçeya Balîsanê ya li bakûrê bajarê Hewlêrê gava diçû ser karê xwe yê rojane di rêya xwe de ketiye ber êrîşeke teroristî hat û mixabin di encama êrîşê de canê xwe ji dest daye."

    Herwisa Natiq got, "Ev kêmî du hefteyan e hejmareke fermandar û kadroyên partiya me ketine ber êrîşên teroristî û ew jî xuya ye ku destê rejîma Îranê di wan êrîşên terorkirina kadroyên me de heye. Ji ber ku beriya niha rejîma Tehranê bi eşkere ragihand ku ew ê hemû neyar û nehezên xwe yên li Herêma Kurdistanê bikin armanc. Îcar jî ev êrîşên teroristî ji bo ser fermandar û kadroyên me ji rêja wê plana rejîma Îranê ya li hemberî partiya me ne."

    Hat gotin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.

    Hêjayî gotinê ye ku beriya çend rojan jî li navçeya Hewlese ya bajarê Hewlêrê pêşmergeyên PDK-Îyê rastî êrîşê hatibûn û di encamê de 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dabû û 2 pêşmerge jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Sekreterê Giştî yê PDK-Î û Kosret Resûl hevdîtin pêk anîn
    PDK-Î: Em ê çalakiyên xwe yên li dijî Îranê xurtir bikin
    Rostem Qadrî: Niha tenê PDK-Î li dijî deshilatdariya Îranê şerê çekdarî dike
    Gengeşiya di navbera PDK-Î û Pasdaran de berdewame
    Etîketan:
    Hizbî Demorkatî Kurdistan (HDK), Qadir Qadirî, Balîsan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de