17:00 24 Nîsan 2018
    Referandum - Kurdistan

    Komel: Bexda mûameleya êsîran li kurdan dike

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê polîtbûroya Komeleya Îslamî Mistefa Ebdullah di axaftina xwe de ragihand ku Bexda mûameleya êsîran li kurdan dike.

    Endamê polîtbûroya Komeleya Îslamî Mistefa Ebdullah di axaftina xwe de ragihand ku Bexda mûameleya êsîran li kurdan dike, divê Serokomar Fûad Mesûm qanûna bûdçe ya 2018an veto bike û partiyên helwesteke hevpar a tund nîşanî Bexdayê bidin.

    Mistefa Ebdullah di berdewamiya axaftina xwe de got: "Divê aliyên siyasî yên kurd derheqê bêhuquqiyên Bexdayê Amerîka û hêzên kûrewî agahdar bikin. Eger Iraq bigihîje hêza xwe ya mûeyîdeyan wê mûdaxeleya mafên neteweyî heta jiyana taybet jî bike. "

    Berdevkê Koalîsyona Edalet û Demokrasiyê Rêbwar Kerim Mehmûd jî di axaftina xwe de got: "Ji bo derbaskirina vê pêvajoyê divê siyaseteke ku Herêma Kurdistanê û gelê wê mafê destûrî bi dest bixin were meşandin."

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Wê berî Newrozê mûçe bên şandin û balafirgehên Kurdistanê vebin
    Fazil Mîranî: Bexda neheqiyê li gelê Kurdistanê dike
    Balafirxaneya navdewletî ya Kurdistanê sibe vedibe
    Hikûmeta Kurdistanê jenosîda ezdiyan dibe Fransayê
    Herêma Kurdistanê îro li ser biryara Iraqê li hev kom dibe
    Parlamentoya Iraqê piştî biryara bûdçeya Kurdistanê biryarek din wergirt
    Etîketan:
    Komeleya Îslamî, Mistefa Ebdullah, Bexda, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de