13:52 25 Nîsan 2018
    Televizyon

    KurdSatê ji bo Efrînê weşandina rêzefilmên tirkî rawestand

    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 60

    Saziya Medyayî ya KurdSatê ya Herêma Kurdistanê biryar da ku weşandina rêzefilmên tirkî rawestîne.

    Li gorî medyaya YNKê, Berpirsê Bernameyan ê Medyaya Saziya KurdSatê Rasan Muxtar li ser mijarê wiha axiviye: "Wek erkekî exlaqî li himberî zulm û stemkariya Tirkiyeyê ya ku li dijî kurdên li Rojava li Efrînê dike, me biryar da ku weşana drama(rêzfilmên) tirkî rawestînin.

    Muxtar wiha dewam kir: "Her çiqasî me gelekî rêzefilmên tirkî nedikir jî lê me heta niha du rêzefilm dûbalj kiribûn lê me biryar da ku wan jî rawestînin."

    Kanala Kurd Sat wek kanaleke girêdayî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê(YNK) tê zanîn.

    Hêjayî gotinê ye ku Kanala MBCê ya erebî navenda wê li Erebistana Siûdî ye daxwaz kiribû ku hemû rêzefîlmên tirkî ji weşanê werin rakirin.

     

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    KCKê bangî cerdevanan kir: Neçin şerê Efrînê
    'Hevpeymanî ji ber şerê Efrînê baştirîn hevparê xwe yê li dijî DAIŞê ji dest dide'
    Hejmarek leşkerên Tirkiyeyê li Efrînê hatin kuştin: Birîndar birin Hatayê
    'Karwana alîkariyên mirovî ya Xaça Sor û Heyva Sor gihîşt Efrînê'
    Amerîkayê dubare got: Agirbesta Sûriyeyê Efrînê jî digire nav xwe
    Erdogan ji bo windayiyên Efrînê sersaxî xwest
    Etîketan:
    Kurdsat, YNK, Rasan Muxtar, Kurdistan, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de