20:03 19 Nîsan 2018
    Ranya

    Qaymeqamê Ranyayê: Serhildana gelê kurd ji Ranya heya Efrînê berdewam e

    © Sputnik / Osman Başkalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 30

    Bi munasebeta 27emîn salvegera raperînê qaymeqamê Ranyayê Hîwa Qerenî peyamek weşand. Qerenî di peyama xwe de got ku “serhildana gelê kurd ji Ranyê ta Efrînê berdewame.”

    Îro 5ê meha Adarê ye 27emîn salvegera serhildana miletê Herêma Kurdistanê ye. 27 sal berê îro miletê kurd li navçeya Ranyayê ku li ser bajarê Hewlêrê ye li hember rejima Sedam serî hilda. Di demeke kurt de serhildan hemû bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê belav bû.

    Bi munasebeta bîranîna raperînê Qaymeqamê Ranyayê Hîwa Qerenî bi rêya ajansa Spûtnîkê peyamek weşand.

    Qerenî di destpêkê de salveger li hemû gelê kurd pîroz kir û anî ziman ku "destkeftiyên raperîna 27 sal beriyê ew ku gelê kurd parlementoya xwe avakir beşek ji axa xwe azad kir û mafê xwe kir qanûna bingehîn ya dewleta Iraqê."

    Hîwa Qerenî destnîşan kir ku: Ew serhildana ku 27 sal berî li Ranya dest pê kir îro li Efrînê berdewam e. Me ji bo alikariyê 7 ton derman amade kirin emê bo Efrînê bişînin.
    Hîwa Qerenî di dawiya axaftina xwe de got ku " me li navçeya Ranyayê baxçeyek zeytûnê amade kiriye. Li vê baxçeyê emê bi qasê şehîdên Efrînê şaxên zeytûnê daynin."

    Bi heman mijarî:

    Yûsif Mihemmed: Raperîn li dijî desthilatî û sitemkariya Baasê bû
    Li kampa penaberan a Yûnanîstanê raperîn
    Li Ranya û Hewlêrê hêzên asayişê êrîşî rojnamegeran kirin
    Etîketan:
    raperîn, efrîn, serhildan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de