21:24 24 Nîsan 2018
    Kurdistan - Kerkûk

    Piştî 13 salan... yekem rêkeftin li Kerkûkê çêbû

    © REUTERS / Ako Rasheed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Di van rojan de rêkeftinek di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên neteweyî û olî yên li Kerkûkê bi awayekî dûrî çavên medyayê li ser encamdana hilbjartinên civata parêzgehê û dabeşkirina desthilata parêzgehê li ser pêkhateyên wê çêbûye ku pêkhateyên Kerkûkê li ser pênc xalan li hev kiriye.

    Ev bêtirî 13 salan e ku hilbjartinên civata parêzgeha Kerkûkê nehatine encamdan û sedema sereke jî lihevnekirina aliyên siyasî û pêkhateyên neteweyî û olî yên Kerkûkê bû bê çewa hilbjartin encam bidin. Lê wiha xuya ye ku di van rojan de rêkeftinek di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên neteweyî û olî yên li Kerkûkê bi awayekî dûrî çavên medyayê li ser encamdana hilbjartinên civata parêzgehê û dabeşkirina desthilata parêzgehê li ser pêkhateyên wê çêbûye.

    Spûtnîk Kurdistan lêkolînek li ser vê mijarê kir û sebaret vê rêketinê li gel Nûnerê Parêzgeha Kerkûkê di parlamentoya lraqê de Mihemed Hacî Osman ku yek ji wan kesan bû yên ku beşdarî wê rêketinê bûye axivî.

    Hacî Ocman ji Sputnik Kurdistanê ragihand ku "piştî 13 salan li ser lihevnekirina pêkhateyên Kerkûkê û piştî sê xulên hilbjartinan ku kerkûkî bêbeş bûn ji pêvajoya demokrasî û mafê dengdan û hilbjartina civateke nû bo parêzgehê, di van rojan de tev pêkhateyên netewey û olî li Kerkûkê li ser van xalên xwarê rêkeftin:

    • Encamdana hilbjartinên civata parêzgeha Kerkûkê li gel hilbjartinên civatên tev Parêzgehên lraqê di roja 22/12/2018 de.
    • Paqijkirina tomarên dengderan li Kerkûkê ji navê mirî, zêde û dûbare.
    • Dabeşkirina desthilata parêzgehê li ser pêkhateyan û ew desthilatên ku ji Bexdayê tên diyarkirin divê bo kesên kerkûkê bin.
    • Diyarkirina kursiyeke kotayê bo pêkhateya xiristiyan. 
    • Ev rêketin  li gor qanûnekê dibe û tenê bo yek xula hilbjartinan e ku bo dema çar salan kar pê tê kirin. Herweha ew civata ku tê hilbjartin desthelatên siyasî dê kêmtir hebin ji civata niha ji bo ku nikaribe biryaran bi serê xwe bide li ser pêşeroja Kerkûkê, bo nimûne, eger hewl hebe ku Kerkûk bibe herêmeke serbixwe yan vegere bi ser Herêma Kurdistanê divê li Bexdayê biryar were dayîn ne civata parêzgeha Kerkûkê wê biryarê bide.

    Herwiha Mihemed Hacî da xuyakirin ku di dema van 13 salan de civata parêzgeha Kerkûkê hinekî lawaz û falincî bûye, ji ber ku hejmareke endamên wê çûne ber dilovanya Xwedê û hinek jî nesax û pîr û kal bûne û civat wek pêwîst nikare kar û erkên xwe cî bi cî bike û wiha dewa kir: Dûbare hilbjartina civateke nû bo parêzgeha Kerkûkê bê guman destkefteke bo hemû gelên kerkûkê ye ji ber ew civat dê bêtir aktîv be û bikare bê cudahî kar û xizmetên baştir pêşkêşî xelkê kerkûkê bike.

    Bi heman mijarî:

    ‘Îran û Iraqê li ser petrola Kerkûkê li hev kirin û Tirkiye ji derve hiştin’
    Dadgeha Federal a Iraqê: Alaya Kurdistanê li Kerkûkê qanûnî ye
    Namzedê lîsteya Heyder Ebadî li Kerkûkê hat kuştin
    'Erebkirina Kerkûkê berdewam e û pilaneke nû jê re danîne'
    Li Kerkûkê berpirsekî din ê tirkmen rastî êrişa çekdarî hat
    Piştî kuştina 27 milîsên Heşda Şeibî li Kerkûkê operasyoneke mezin hat destpêkirin
    Etîketan:
    Mihemed Hacî Osman, Kerkûk, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de