10:19 23 Nîsan 2018
    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê

    Dibe Hevpeymaniya Kurdistanî Rûsyayê jî tev li pêvajoya çareseriya nakokiyan bikin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Koma Goranê ku di nava Hevpeymaniya Kurdistanî ya Parlamentoya Iraqê de ye ragihad ku dibe hevpeymaniya wan ber hêzên mezin ên wek Rûsya û Amerîkayê de biçin da ku nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê çareser bikin.

    Serokê Koma Goranê Kawa Mihemed îro bi Sputnikê re axift û got: Niha gelek vebijêrkên me tine ne. Yek ji wan jî ew e ku li ser asta navdewletî têkeviin tevegerê ku welatên dost yên wek Amerîka, welatên Ewropayê û Rûsyayê û hemû aliyên giringiyê didin yekîtiya Iraqê û li ser li hev dikin destwerdanê bikin. Lewra yek ji vebijêrkên ku piştî dengdana parlamenetoyê li ser budçeya federal a 2018an hatibû pêşniyarkirin ew bû ku berê xwe bidin van welatan û Neteweyên Yekbûyî jî. Herwiha roleke wan di çareserkirina pirsên têkilîdarî têkiliyên navbera herêmê û navendê û nakokiyên heyî de hebe".

    Kawa Mihemd diyar kir ku şêwaza lihevkirina komên sunî û şîî û derbaskirina budçeyê bêyî rizamendiya kurdan, tê wateya piştguhkirina pêkhateyeke sereke ya Iraqê ku ew jî kurd in û herwiha dijî prênsîpa lihevkirinê ye ku wan guh neda daxwazên me yên girêdayî budçeyê û muçeyên Pêşmerge û gelek mafên herêmê".

    Nêçîrvan Barzanî û Tan Banglin
    © Foto : Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    "HINEK PARTIYÊN KURDISTANÎ PÊŞNIYARA BOYKOTÊ KIR"

    Mihemed destnîşan kir ku projeya budçeyê ya ku hatiye derbaskirin û pesendkirin xizmeta ti kesî nake û budçe ne ji bo hemû pêkhateyên Iraqê ye û wiha dewam kir: Em wek komên kurdistanî, me mijar gotûbêj kir û hinek pêşniyar hebûn ku divê kurd pêvajoya siyasî boykot bikin û û ev ne biryar e lê pêşniyara hinek partiyan e".

    "DIVÊ MESELEYA BOYKOTÊ BI KÛRAHÎ WERE GOTÛBÊJKIRIN"

    Di berdewamiya axiftina xwe de Mihemedî got ku Tevgera Goran û Komeleya Îslamî dibêjin "divê boykotkirina pêvajoya siyasî bi awayekî kûr û cidî were gotûbêjkirin, ji ber rewşa li herêmê ji hemû aliyên aborî û siyasî xerab e û Hikûmeta Kurdistanê ji hemû aliyan ve têk çû û em nikarin muçeyan dabîn bikin. Îca eger em vekişin û boykot bikin, dê rewşa li herêmê çawa bibe".

    Parlementoya Herêma Kurdistanê
    © Foto : Parlementoya Herêma Kurdistanê
    "EM Ê REWŞA LI BEXDAYÊ JI SERIKRDAYETIYA KURDISTANÎ RE RAGIHÎNIN"

    Ji aliyê din ve û li ser pirsyara bê gelo ti şandeyeke hevpeymaniya kurdistanî dê serdana Rûsya, Amerîka û welatên din bike da ku nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de bi wan re parve bike û çareser bike, Mihemedî got: "Me biryar da ku em ji serkirdeyên siyasî yên partiyên Kurdistanê re bibêjin û rewşa li Bexdayê ya têkilîdarî bduçeyê ji wan re ragihînin û ew dê wek serkirde vebijrêkên pêşniyarkirî gotûbêj bikin bê dê çawa bi rewşê re bidin û bistînin û em naxwazin di bûyera de berî biryara serkirdeyê de biaxivin".

    "DIVÊ YEKRÊZIYA MALA KURDÎ PÊK WERE, JI BO KU HELWESTA KURDAN XURT BE"

    Mihemedî di axiftina xwe de teqez kir ku ji bo çareserkirina kêşeyên heyî, divê reform û yekrêzî li mala kurdî pêk werin û divê hişmendiyeke nû ya birêveber li herêmê hebe û herwiha rêz li sazî û serweriya qanûnan bê girtin da ku helwesta komên kurdî li hundir û derve xurt be.

    "EM LI SER ASTA NAVXWEYÎ QELS BIN, DÊ TI ROLA ME DI BIRYARA SIYASÎ DE TINE BE"

    Di dawiya axiftinê de rayedarê Goranê wiha got: "Piştî wê dê kartên me yên siyasî xurttir bin ji bo danûstendina li gel bexdayê û gotûbêjên li gel Hikûmeta Federal û aliyên derveyî. Ji ber heta ku em li ser asta navxweyî qels bin, em ê nikaribin bibin xwedî merc û dê ti rola me di biryara siyasî ya li Bexdayê de tine û dê me wek pêkhateyeke bingehîn nehesibînin".

    "HINEK KOMÊN KURDISTANÎ BIRYARA VEKIŞÎNÊ RED KIRIYE"

    Serkirdayê Hevpeymaniya Kurdistanî û endamê Palramentoya Iraqê Muhsin Se'dûn jî duh bi Sputnikê re axift û ragihand ku hinek koman vekişîna ji pêvajoya siyasî red kiriye.

    Se'dûnî got: "Komên kurdî dengdana parlamentoyê ji bo qanûna budçeya federal ku para Herêma Kurdistanê tê de hatiye kêmkirin wek piştguhkirina pêkhateya kurdî dihesibînin."

    Parlamneterê kurd di berdewamiyê de got: "Ev cara yekem e ku biryarên wiha giring ên buçdeya federal bêyî pesendkirina aliyên din were dayîn".

    "HINEK DIXWAZIN VEKIŞIN Û HINEK LI DIJÎ WÊ DERDIKEVIN"

    Li ser îhtimala vekişînê, Se'dûnî fikira xwe ya got û diyar kir ku ihtimala vekişînê dûr e û sedema wê jî wiha vegot: "Divê helwesta wan yek be. Hinek dixwazin vekişin, ji ber budçe bêyî pêkanîna daxwaz hevpeymaniya(kurdistanî) hat derbaskirin ku vê wek êrîşkariyeke li ser mafên gelê herêmê dihesibînin û hinekên din jî li dijî vekişînê derdikevin, ji ber welat diçe hilbijartinan".

     

    Bi heman mijarî:

    Rojava ji destpêka salê ve 190 hezar pez firotine Herêma Kurdistanê
    Îran: Heta demek nêzîk balafirxaneyên Kurdistanê vedibin
    Di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de deriyekî din ê sînorî tê vekirin
    Piştî Tirkiyeyê, Îran jî dana vîzeyê bo welatiyên Kurdistanê hêsan dike
    Sibehê li tevahiya Herêma Kurdistanê ji bo Efrînê xwepêşandan tên lidarxistin
    Etîketan:
    Goran, Hevpeymaniya Kurdistanî, Muhsin Se'dûn, Kawa Mihemed, Ewropa, Amerîka, Rûsya, Iraq, Hewlêr, Bexda, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de