08:44 23 Nîsan 2018
    Nêçîrvan Barzanî û Tan Banglin

    Barzanî pêşwaziya konsolê Çînê yê li Kurdistanê kir

    © Foto : Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya konsolê Çînê Tan Banglin kir.

    Li gor daxuyaniya malpera Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê Tan Banglin di serdana xwe de kêfxweşiya xwe aniye ziman ji bo ku wî wek konsulê giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê kar kir û tekîd li ser xurtkirina dostîniya navbera her du gelên Kurdistan û Çînê kiriye. Banglin sipasiya xelk, hikûmet û saziyên Herêma Kurdistanê kir ku di dema karkirina wî de alîkarî û hevkarî pê re kiriye û ji kar û çalakiyên wî re hêsankarî kiriye. Banglin hêvî xwest ku têkeliyên Kurdistan û Çînê di hemû waran de, bi taybetî di warê bazirganî û sermayerazandinê de, zêdetir pêş bikevin.

    Barzanî jî kar û çalakiyên baş yên konsulê Çînê li Herêma Kurdistanê ku bandoreke mezin li ser zêdetir pêşvebirina têkeliyên her du aliyan hebû bilind nirxand û hêvî kir ku di karê xwe yê nû de serkeftî be. Barzanî ji mêvanê xwe re tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser hevkarî û hemahengiya bi konsulê nû yê Çînê li Kurdistanê berdewam be.

    Serokwezîr diyar kir ku Kurdistan dixwaze di hemû waran de, bi taybetî di ware aborî, bazirganî û sermayerazandinê de têkeliyên xwe bi Çînê re zêdetir bi pêş bixe.

    Etîketan:
    Konsolê Çînê yê li Kurdistanê, Serokwezîrtiya Herêma Kurdistan, Tan Banglin, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de