10:01 20 Nîsan 2018
    Nêçîrvan Barzanî

    Nêçîrvan Barzanî: Ez ê ji rayedarên amerîkî bipirsim hûn behsa kîjan Kurdistanê dikin

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokwezîrê Herêma Kudistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku eger ew rayedarên Amerîkayê bibîne, dê ji wan bipirse, ew Herêma Kurdistana bihêz ku hûn behsa wê dikin, kîjan e.

    Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî civîna kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku parlamentoya Iraqê bêyî beşdarbûna fraksiyonên kurdistanî yasaya bûdceya Iraqê pesend kir û got: "Ji ber ku pişka dadperwerî ya Kurdistanê di budceyê de nehate cîbicîkirin, gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir nîgeran in."

    Nêçîrvan Barzanî got: "Ez dê ji rayedarên amerîkî re bêjim, hûn di wê beyannameya ku we derxistiiye, dibêjin ku em dixwazin hikûmeteke Herêma Kurdistanê ya bihêz hebe, lê bila bihên û vê pênasê ji min re bikin, ka Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bihêz, wateya wê çî ye? Gelo ew rast e li gel wê siyaseta ku hûn dikin, bi rastî hikûmeteke bihêz heye yan nîne? Ez dê wê pirsê ji wan bikim."

    Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê û guvaşên Bexdayê bo ser Herêma Kurdistanê, Wezareta Derve ya Amerîkayê, Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon), Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê H.R McMaster û Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê de Brett McGurk di çend daxuyaniyên cuda de tekezî li ser wê yekê kirin, ku Waşington piştevanî li hikûmeteke Herêma Kurdistanî ya bihêz dike.

    Bi heman mijarî:

    Rêxistina lnaf: 19 bingehên leşkerî yên tirk li ser xaka Kurdistanê hene
    'Rûsyayê 35 kursiyên xwendinê ji bo xwendevanên Kurdistanê dabîn kir'
    Serokê Parlamentoya Iraqê: Daxwazên Kurdistanê hatin bicihanîn
    Birêvberiya Rojava bangî aware û koçberên li Herêma Kurdistanê û welatên din dike
    'Deriyên sînorî hîn di kontrola Kurdistanê de ne û dahat jî diçin Hewlêrê'
    Etîketan:
    kurd, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de