04:21 20 Nîsan 2018
    IKBY Başbakanı Neçirvan Barzani

    Barzanî: Em hê ji Iraqê bêhêvî nebûne, hêvî nemîne em ê şêwra gel bistînin

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku doh 3yê Adarê Parlamentoya Iraqê bêyî guhdana daxwazên kurdan budçeya Iraqê pesend kir, îro 4ê Adarê Desteya Wezîrên Herêma Kurdistanê li ser mijarê bi awayekî awarte civiya. Piştî civînê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Heta niha jî em ne bêhêvî ne, lê heke em bêhêvî bibin, em ê şêwra gel bistînin.”

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna rojnamevanî ya piştî civîna Desteya Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: "Heta niha jî em hîn bêhêvî nebûne û em dibêjin rê heye em pirsgirêkan çareser bikin, lê eger em bêhêvî bûn em ê bi eşkere ligel gelê Kurdistanê gotûbêj bikin."

    Barzanî da xuyakirin, "Ji ber ku pişka dadperwerî ya Kurdistanê di budçeyê de nehatiye cîbicîkirin gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê pir nîgeran in."

    'EM DIXWAZIN PIRSGIRÊKÊN BI BEXDAYÊ RE BI DIYALOGÊ ÇARESER BIKIN'

    Nêçîrvan Barzanî destûra Iraqê wekî rêya çareseriyê destnîşan kir û li ser helwesta Herêma Kurdistanê got, "Helwesta me nehatiye guhertin û em dixwazin pirsgirêkên ligel Bexdayê bi rêya diyalogê werin çareserkirin."

    Barzanî da zanîn, ew dê piştî gotûbêjkirina bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re biryara xwe bidin.

    Bi heman mijarî:

    Di roja 44emîn de şerê herî dijwar li Efrînê diqewime
    Yildirim: Wek herêmên Mertala Firatê, emê Efrînê jî radestê xwediyê wan yên esasî bikin
    Li Serdeştê 9emîn festîvala beyt û heyranokan tê lidarxistin
    Adem Geverî çûna biryargeha leşkerî ya Diyanetê pirs kiriye
    Polîsê Kerkûkê hişyariya planeke êrîşa DAIŞê da
    Rûsya: Milîtanên li Xûtaya Rojhilat derketina derve qedexe kirin
    Putin ji Amerîkayê re got: Qalûqîl nekin, delîl nîşan bidin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de