21:15 24 Nîsan 2018
    Alaya Kurdistanê

    Rêxistina lnaf: 19 bingehên leşkerî yên tirk li ser xaka Kurdistanê hene

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Rêxistina Inafê li ser pirsgrêka hebûna bingehên leşkerî yên Tirkiyeyê li ser xaka Herêma Kurdistanê diyar kir ku ji bo derxistina wan bingehan ji Herêma Kurdistanê dest bi kampanyay îmzeyan kiriye û got, "Em rê nadin xaka Herêma Kurdistanê ji bo karên leşkerî yên Tirkiyeyê were bikaranîn."

    Pirsgrêka hebûna bingehên leşkerî yên Tirkiyeyê li ser xaka Herêma Kurdistanê di rojevê de ye û hin rêxistin, çalakvan û rojnamegerên kurd dixwazin wan bingehên li Herêma Kurdistanê derxînin. Derbarê vê mijarê de Serokê Rêxistina Inafê Hêmin Mihemed ji bo parastina mafên mirov û rojnamevanan ji SputniK Kurdistanê got, "Tirkiye bi hemû awayî êrîşê ser kurdan dike û kurdan dikujin, her wekî niha em dibînîn li Efrînê. Ji bo vê yekê em çawa rê bidin ku xaka Herêma Kurdistanê ji bo karên leşkerîyên Tirkiyeyê were bikaranîn?"

    Mihemed daxuyand ku beriya demekê bi armanca derxistina bingehên leşkerî yên tirk li ser xaka Herêma Kurdistanê me dest bi kampanyay komkirina 10 hezar îmzayan kir, da ku em bidin parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê û jê bixwazin ku bingehên leşkerî yên tirk yên li ser xaka herêmê derxînin û rê nede Tirkiyeyê ku xaka herêm ji bo armancên xwe yên leşkrî bi kar bîne.

    Serokê Inafê ragihand ku ew gelekî kêfxweş in ku wan zêdetirî 10 hezar îmzayan kom kirine û roja 1ê Adarê ew îmza pêşkeşî serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û me jê xwest ku wan bingehîn leşkerî yên artêşa tirk ji xaka Herêma Kurdistanê derxîne.

    Hêmin Mihemed li ser helwesta Parlamentoya Kurdistanê da zanîn ku parlamentoyê di biryareke xwe ya sala 2003yan de xwestiye ku bingehên leşkerî yên Tirkiyeyê ji xaka Herêma Kurdistanê werin derxistin û rê nade ku axa Herêma Kurdistanê ji aliyê ti welarekî ve jib o karên leşkerî were bikaranîn.

    Serokê Inafê destnîşan kir ku niha li ser sînorê Zaxo û Duhokê niha 19 bingehên leşkerî yên tirk hene û got, ger hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vê yekê gavan neavêje, ew ê serî li hikûmeta navendî ya Iraqê bidin.

    Bi heman mijarî:

    'Rûsyayê 35 kursiyên xwendinê ji bo xwendevanên Kurdistanê dabîn kir'
    Serokê Parlamentoya Iraqê: Daxwazên Kurdistanê hatin bicihanîn
    Birêvberiya Rojava bangî aware û koçberên li Herêma Kurdistanê û welatên din dike
    'Deriyên sînorî hîn di kontrola Kurdistanê de ne û dahat jî diçin Hewlêrê'
    'Pişka Herêma Kurdistanê ji budçeya federal hat zêdekirin'
    Ehmed Hacî Reşîd: Sibe wê biryara dawî li ser pişka Herêma Kurdistanê ya budceyê bê dayîn
    Etîketan:
    bingehên leşkerî yên tirkiyeyê, Serokê Rêxistina Inafê, Hêmin Mihemed, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de