21:49 25 Gulan 2018
Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê

'Rûsyayê 35 kursiyên xwendinê ji bo xwendevanên Kurdistanê dabîn kir'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Wezareta Perwerdehiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro di daxuyanyekê de ragihand ku di çarçoveya alîkariya Hikûmeta Rûsyayê ya Federalê de ji bo Herêma Kurdistanê ji bo îsal jî hikûmeta Rûsyayê 35 kursiyên xwendina master û doktorayê ji bo xwendevanên Herêma Kurdistanê terxan kiriye.

Herwisa di beşeke din ya daxuyaniya Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat gotin ku li gorî wan kursiyên xwendinê yên ku hikumeta Moskowê dabîn kirine, xwendevanên Herêma Kurdistanê dikarin di beşên zanistên siruştî, endazyarî, teknîkî, çandin, perwerdehî, huner û kilturê de bawernameyên master û doktorayê ji zanîngehên Rûsyaya Federal bi dest bixin.

Tê gotin ku her sal hikûmeta Rûsyaya Federal zêdetir ji 30 kursiyên xwendinê bo xwendevanên Herêma Kurdistanê di zanîngehên Rûsyayê de dabîn dike û heta niha hejmareke mezin ji xwendevanên Kurdistanê bawernameyên master û doktorayê ji zanîngehên Rûsyaya Federal wergirtîne û ev pirose ev çend sal in berdewam dike.

Bi heman mijarî:

Serokê Parlamentoya Iraqê: Daxwazên Kurdistanê hatin bicihanîn
'Deriyên sînorî hîn di kontrola Kurdistanê de ne û dahat jî diçin Hewlêrê'
'Pişka Herêma Kurdistanê ji budçeya federal hat zêdekirin'
Ehmed Hacî Reşîd: Sibe wê biryara dawî li ser pişka Herêma Kurdistanê ya budceyê bê dayîn
Etîketan:
kursiyên xwendinê, Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê, Kurdistan, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de