15:46 21 Gulan 2018
    Hewlêr - Kurdistan

    'Deriyên sînorî hîn di kontrola Kurdistanê de ne û dahat jî diçin Hewlêrê'

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Birêveberê Gumruka Herêma Kurdistanê Samal Ebdurehman îro şemiyê ew nûçeyên dibêjin ku Hikûmeta Iraqê ya navendî çavdêr yan jî serperişt şandine deriyên sînorî yên di kontola Herêma Kurdistanê de red kirin û teqez kir ku ew hîn di bin kontrola Hikûmeta Kurdistanê de ne.

    Li gorî rojnameya Eşerq el Ewsetê, Ebdurehmanî teqez kir ku her pênc deriyên sînorî yên sereke di kontrola herêmê de ne û hîn jî dahatên wê diçin Hewlêrê û wiha dewam kir: "Gotûbêjên dualÎ bi heyeta gumrikê ya Iraqê gihiştine qonaxeke dûr û erênî û herdu aliyan (peyman) li ser xalên ku lihevkirinê li ser wan çêbûye îmze kiriye ku ew peyman jî dibêje ku karûbarên deriyên sînorî li gorÎ destûr û qanûnên Iraqê bi awayekî hevpar werin birêvebirin."

    Herwiha birêveberê gumrikê diyar kir ku" rêkeftina ji bo birêvebirina deriyên sînorî yên bi Îran û Tirkiyeyê heta nehatiye cîbicîkirin ji ber hîn li bendî rêkeftineke siyasî ne ku di navbera Bexda û Hewlêrê de pêk were."

    ÎRAN DIXWAZE ÎRAQ DERIYÊ PÊŞXABÛRÊ KONTROL BIKE"
    Li gorî nûçeyê, "Îran piştgiriyê dide Iraqê da ku deriyê sînorî yê Pêşxabûrê kontrol bike ji ber ew derî têkeve kontrola Iraqê dê rêyeke ewle û hêsan ji Îranê re dabîn bike ku karwanên xwe di nava axa Sûriyeyê re bê ti kêşe derbas bike."

    Bi heman mijarî:

    Stranbêja îsraîlî li ber alaya welatê xwe û ya Kurdistanê stra
    Li Herêma Kurdistanê erdhej pêk hat
    Şirketa Şîfron a Amerîkî li Herêma Kurdistanê dest bi kar dike
    Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Belçîka dike
    Tirkiye ji bo wergirtina vîzayê hêsankariyê ji welatiyên Kurdistanê re dike
    Şirketa mezin a Amerîkayê li Kurdistanê dîsa dest bi kolandi bîrên petrolê kir
    Lîsteya partiyên Kurdistanê yên beşdarî hilbijartinên Iraqê dibin, eşkere bû
    Parlamentoya Kurdistanê ji bo raporta Efrînê dicive
    Etîketan:
    Samal Ebdurehman, Tirkiye, Iraq, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de