13:43 21 Hezîran 2018
Li Hewlêrê panela simanê kurdî hat lidarxistin

Li Hewlêrê li ser zimanê kurdî panel hat lidarxistin

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
110

Ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Rêxistina Xanî di çarçoveya lêkolînên hizrî û çandî de li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê paneleke taybet li ser zimanê kurdî li dar xist.

Di panelê de hejmareke zimanzan, rewşenbîr, helbestvan û akademisyen amade bûn û nivîskarên wekî Sadiq Derwêşî, Şefîq Hacî Xidrî û Mihemed Husên Muhendîs li ser navê yekgirtiya zimên û piroseya wergerê ya zimanê kurdî gotar pêşkêş kirin.

Hat ragihandin ku di panelê de li ser mijarê nîqaşeke têrûtijî hat kirin û beşdarvanan nêrîn û boçûnên xwe yên li ser çawaniya pêşxistina zimanê kurdî û yekgirtina diyalekt û zaravayên kurdî anîn ziman.

Herwisa kêşeyên zimanê kurdî yên di warê medya, perwerdehî û çanda kurdî de jî bû mijara nîqaşê ya panelê.

Etîketan:
panela zimanê kurdî, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Sadiq Derwêşî, Kurdistan, Hewlêr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de