16:39 18 Hezîran 2018
Kosret Resûl

Kosret Resûl ji bo Hêro Îbrahîm Ehmed got: We şermezariyeke dîrokî kir

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî di nameyekê de bersiv da Hêro Îbrahîm Ehmed û jê re got, we bi hevakriya xwe ya ligel hinek aliyên siyasî karekî şerm kiriye.

Li gorî nûçeyeke K24ê Endama Polîtburoya YNKê û hevjîna Mam Celal Talebanî Hêro Îbrahîm Ehmed ji bo Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî nameyek şandibû û di wê nameyê de jê xwestibû ku civîna serkirdayetiya YNKê li dar bixe û di wê civînê de roja lidarxistina kongreya giştî ya YNKê diyar bike.

Resûl li ser vê nameyê bi nameyekê bersiv da Hêro Îbrahîm Ehmed û hat gotin ku di wê nameyê de jê re gotiye, "Ya min di xwendina xwe ya vê nameyê de fêm kiriye ew e ku ev name ne ji bo çareserkirina kêşeyên YNKê hatiye nivîsîn, ji bo hîn zêde ji bo belavkirina tohmet û propagandayên berê yên nav YNKÊ hatiye şandin."

Hat ragihandin ku Kosret Resûl Elî di bersiva xwe de ev tişt jî gotinin: "Mixabin te û malbata te, bêyî ku hûn guh bidin dîrok YNKê û pêgeha Mam Celal û xebata hevalên wî li ber çavan bigirin, we çû bi hinek aliyan re peyman çêkirin û we rê li ber vekir ku YN rastî gelek şaşiyên siyasî, hizbî û neteweyî were. W eli hemberî xelkê û rayagiştî ji bo YNKê şermezariyeke dîrokî û gelekî mezin kir."

 

Bi heman mijarî:

YNK îro ji bo kongreyê biryara xwe ya dawî dide
YNK beriya hilbijartinên Iraqê kongreya xwe li dar dixe
YNK: Kerkûk hatiye dagirkirin
YNK îro careke din kom dibe
Kerîm: Pêwîst e YNK ji bo 16ê Cotmehê komîteyekê ava bike
Etîketan:
şermezarî, bersiv, Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê, Hêro Îbrahîm Ehmed, Kosret Resûl Elî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de