19:44 24 Hezîran 2018
Xwepêşandanên Efrînê li Herêma Kurdistanê

Li Duhokê rê nedan, li Hewlêr û Silêmaniyê xelk ji bo Efrînê meşiya

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 21

Îro li ser daxwaza Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) û hin partiyên siyasî û rêkxrawên civaka sivîl li tevahiya deverên parêzgeha Silêmaniyê, bajarê Hewlêrê xwepêşandan bo piştgriya gelê Efrînê hatin lidarxistin.

Çav li rê bû li parêzgeha Duhokê jî xwepêşandan bên kirin, lê belê fermandariya parêzgehê û sazîyên ewlehiyê rê nedan li Duhokê û navçeyên wê xwepêşandan bo Efrînê bên kirin.

LI DUHOKÊ DESTÛRA XWEPÊŞANDANAN NEHAT DAYÎN

Di vê barê de Hestyar Aryanî çalakvanê sivîl li bajarê Duhokê bo Sptnîk kurdistanê ragihand: "Mixabin fermandariya kargêrî û saziyên ewlehî li parêzgeha Duhokê rê nedan ku xwepêşandana cemawerî ya seranserî bo piştevanîkirina berxwedana Efrînê bên lidarxistin."

Xwepêşandanên piştgriya Efrînê li Herêma Kurdistanê - Hewlêr
© Sputnik / Osman Başqalî
Xwepêşandanên piştgriya Efrînê li Herêma Kurdistanê - Hewlêr

Aryanî da xuyakirin, "Berî niha jî weku çalakvanê sivîl ligel komeke din a çalakvanan wan daxwaz ji kargêriya parêzgeha Duhokê kirbû ku rê bidin xwepêşandanê bo Efrînê bikin, lê ne tenê rê bi me re neda, em jî binçavkirin û xistine di zîndanê de."

Hestyar Aryanî got, "Saziyên ewlehî rê neda heta di nav kempên awareyên rojava de jî li sînorê parêzgeha Duhokê de xwepêşandan bo Efrînê bên kirin."

LI HEWLÊRÊ XWEPÊŞANDERAN DENGÊ XWE BILIND KIRIN

Li Hewlêrê xwepêşanderan bi dengên bilind hawar kirin, "Erdogan terorîst e û Efrîn ji we natirise û bijî berxwedana Efrînê".
Welatiyê bi navê Mihemed Amr ku yek ji beşdarbûyên xwepêşandanê bû got, "Pêwîste gelê kurd li her cihekê cîhanê bikeve cade û kolanan ta êrişên artêşa tirk li ser Efrînê rabigire.

Çalakvan Behar Husên got: "Xwepêşandana bo Efrînê erka hemû kurda ye, Efrîn îro pêwîstiya wê bi piştevaniya kurdan e, kurd divê li Efrînê xwedî derkevin."

‘PÊWÎSTE KURD JI BO WELATÊ XWE CÎHADÊ BIKIN'

Kovan Xisro xortekî din bû di xwepêşandanê de got, "Xwepêşandan tenê bes nîne bo Efrînê pêdivî ye çek hilgirin bo Efrînê, pêwîste cîhadê bikin li ser welatê xwe nehêlin turk dagîr bike."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

Lavrov û Wallström axivîn
Xwediyê dawetê û stranbêjên kurdî stran gotibûn hatin girtin
The Guardian: Serokên dinyayê çima piştgiriyê didin êrîşa ser Efrînê?
Endamê Meclîsa CHPê: AKPê bi pêvajoya aştiyê gelê kurd xapand
'Em bi awayekî zelal dibêjin desteserkirin û girtin rêya çareserîyê dixetimîne'
Etîketan:
Silêmaniye, Hewlêr, Efrîn, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de