21:12 24 Nîsan 2018
    Kerkûk

    Wezareta Navxweyî ya Iraqê hişyar kir: DAIŞ amadehiya dagirkirina Kerkûkê dike

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Li gor îdîayên çapemeniya Iraqê, partiyên Kurdistanê bi taybetî PDK û YNK li dijî rewşa ewlehî ya Kerkûkê propagandayê belav dikin û dibêjin terorîstên DAIŞê amadehiyan dikin ku careke din Kerkûkê dagir bikin.

    Lê li gor belgeya ku ketiye destê Spûtnîk Kurdistanê, ev propagandeya çapemeniya Iraqê ji rastiyê dûr e. Wezareta Navxweyî ya Iraqê di 22ê Sibatê de nivîseke fermî ji saziyên ewlehî yên Kerkûkê re dişîne û di nivîsê de hişyarî dide û dibêje: "Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê amadehiyan dikin ku van rojan êrişên taxên kompanya Tarq, Huzeyran, Nîda, Omala û pişt re jî li başûrê bajêr êrişî saziyên dewletê bikin."

    Di belgeya Wezareta Navxweyî ya Iraqê de îmzeya berpirsê beşa ewlehiya welatiyan a herêma Kerkûkê di wezaretê de jî li ser heye û li gor belgeye DAIŞ amadehiyan dike ku êrişî van taxan bike û paşî kontrola bajarê Kerkûkê bi dest bixe.

    Belgeya Wezareta Navxweyî ya Iraqê
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Belgeya Wezareta Navxweyî ya Iraqê

    Li gor îdîayan piştî belavbûna vê propagandayê hejmarek xelkê Kerkûkê ku ji kurd û erebên şîe pêk dihatin amadehî kiribûn ku bajêr biterikînin.

    Bi heman mijarî:

    YNK: Kerkûk hatiye dagirkirin
    Barzanî: Kerkûk dagîrkirî ye û ta rewşa wê asayî nebe em qebûl nakin
    ‘Kerkûk ji Kurdistanê nayê qutkirin'
    Azad Cebarî: Kerkûk hêşta dibin kontrola supa û Heşda Şeibî de ye
    Komela Îslamî: Hikûmeta Iraqê ji tawanên Kerkûk û Xurmatûyê berpirsyar e
    Mehmud Sengawî: Erebkirina niha li Kerkûk û Germiyan dibe, di rejîma Beas de nebuye
    Etîketan:
    Wezareta Navxweyî ya Iraqê, Iraq, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de