05:14 23 Hezîran 2018
Hêzên Iraqê li Kerkûkê

DAIŞê li Kerkûkê dîsa êrişî Heşdî Şeibî kir: Kuştî û birîndar hene

© REUTERS / Stringer
Kurdistan
Lînkê kurt
0 20

Hat ragigandin ku milîtanên rêxistina terorîst ê DAIŞê li navçeya Hewîce ya Kerkûkê dîsa êrişî milîsên Heşda Şeibî kirin.

Li gor çavkaniyekî ewlehî ji bajarê Kerkûkê, milîsên Heşda Şeibî li ser sînorê Hewîce yê Kerkûkê ketin kemîna milîtanên DAIŞê. Di encama kemînvedan û pevçûnê de milîsekî Heşda Şeibî hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Heman çavkaniyê di axaftina xwe de ragihand ku tê çaverêkirin ku hejmareke mezein ji çekdarên Heşda Şeibî bo Kerkûkê werin şandin da ku operasyona Hewîceyê dest pê bikin.

Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî jî milîtanên DAIŞê li gundekî Kerkûkê êrişî milîsên Heşda Şeibî kiribûn û di encamê de 27 milîs hatibûn kuştin û nêzî 20 milîs jî dîl girtibûn.

Bi heman mijarî:

Rêya sereke ya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de tê vekirin
Pêşmerge rêya Hewlêr û Kerkûkê vedike
Li Kerkûkê êrîşî Heşda Şeibî kirin
Piştî kuştina 27 milîsên Heşda Şeibî li Kerkûkê operasyoneke mezin hat destpêkirin
Li Kerkûkê şerê dijwar: 27 milîsên Heşda Şeibî hatin kuştin û 20 jî hatin revandin
Etîketan:
Heşda Şeibî, DAIŞ, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de