22:35 22 Gulan 2018
    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê

    Sibehê li tevahiya Herêma Kurdistanê ji bo Efrînê xwepêşandan tên lidarxistin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat diyarkirin ku ji bo Efrînê li Herêma Kurdistanê hefteya piştgiriyê hat ragihandin û bangewazî li xelkê Kurdistanê hat kirin ku li 8 bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê beşdarî xwepêşandanên piştgiriyê bibe.

    Komeke çalakvan li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê civîneke çapemeniyê li dar xist û di wê civînê de hat diyarkirin ku ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa tirk yên li ser Efrînê û piştgiriya xelkê Efrînê dê di nava vê hefteyê de li 8 bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê xwepêşandanên piştgiriyê werin lidarxistin.

    Koma ku dê amadekariya xwepêşandanan bikin, di civîna çapemeniyê de da zanîn ku wan ji bo çalakiyan hêzên ewlehiyê agahdar kiriye, da ku kêşe dernekevin.

    Hat diyarkirin ku ew xwepêşandan dê bi serpereştiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û bi beşdarbûna aliyên siyasî, saziyên sivîl û mele û seydayan werin lidarxistin.

    Hemû xwepêşandan sibehê tên lidarxistin û ew bajar û navçeyên ku dê xwepêşandan lê werin lidarxistin ev in: Hewlêr, Silêmanî, Helebce, Ranye, Derbendîxan, Koye, Kelar û Soran.

    Bi heman mijarî:

    Piştî Tirkiyeyê, Îran jî dana vîzeyê bo welatiyên Kurdistanê hêsan dike
    Di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de deriyekî din ê sînorî tê vekirin
    Îran: Heta demek nêzîk balafirxaneyên Kurdistanê vedibin
    Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, “Divê Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê fermî”
    Parlamenterê kurd yê Sûriyeyê: Tirkiye bi destûra NATOyê êrîşê Efrînê dike
    YPG: Li Efrînê sivîl tên kuştin
    Etîketan:
    piştgirî, şermezarkirin, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Hewlêr, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de