07:35 27 Nîsan 2018
    Hewlêr - Kurdistan

    Barzanî dê ji Washingtonê daxwaza rakirina dorpêçan bike

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Şêwirmendê Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku ji Almanyayê derbasî Washingtonê bû, dê ji rayedarên amerîkî bixwaze, hikûmeta Iraqê dorpêçên ser Herêma Kurdistanê rake.

    Jêderekî ji serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji Spûtnîk Kurdistanê re li ser serdana Barzanî ya Washingtonê ragihand ku îro 22yê Sibatê Mesrûr Barzanî ji Almanyayê derbasî Amerîkayê bûye û derbarê naveroka serdanê de axivî:

    "Dê Barzanî li Washingtonê beşdarî hin dîdar û civînên ligel berpirsên bilind ên Amerîka sebaret rewşa dawiya Iraq û herêma Kurdistanê piştî encamdana refrandûma serxwebûnê bibe."

    BARZANÎ DÊ JI WASHINGTONÊ BIXWAZE FIŞARÊ ZÊDETIR LI SER IRAQÊ BIKIN

    Serkirdeyê PDKê ku nexwest navê xwe bide da zanîn, "Barzanî wê ji berpirsên Amerîka bixwaze fişarên tundtir li ser hikumeta lraqê bikin ji bo rakirina dorpêçên ku li ser herêmê yên wekî balefirgehan û rêgirtina ji hatina şandên biyanî bo herêmê û rêkeftinên ligel hikumeta herêma Kurdistanê li ser pirsgrêkên hilawîstî yên bê çareserî mane, weku petrol û pişka herêmê ji budceya lraqê û mûçeyên fermanberên herêma Kurdistanê."

    Hêjayî bîrxistinê ye, piştî encamdana referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an cara yekem berpirsekî payebilind ê Herêma Kurdistanê serdana Amerîkayê dike.

    Bi heman mijarî:

    Pêşageha hunermendê kurd Mahmut Celayir li benda hunerhezan e
    Li Parlamentoya Almanyayê şerê li Efrînê hat nîqşakirin
    YPG ji bo taxên Helebê daxuyaniyek da
    Li Rûsyayê hewldaneke êrîşê hat astengkirin
    Aslan: Ji ber bêdewletbûnê kurd li Ewropayê wekî sêwiyan in
    ‘Balefirên nifşên pêncemîn Su-57 li Sûriyê xuya kirin’
    Barzanî çû Amerîkayê
    Mezin bêdeng man, zarok rabun: Destê xwe ji ser bedena me vekişînin
    Etîketan:
    Mesrûr Barzanî, Hewlêr, Amerîka, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de