16:25 18 Hezîran 2018
Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê

Îran: Heta demek nêzîk balafirxaneyên Kurdistanê vedibin

© REUTERS / Azad Lashkari
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor daxuyaniya serkonsolosê Îranê li Silêmaniyê Seidullah Mesûdiyan heta demek nêzîk balafirxaneyên Kurdistanê têne vekirin.

Seidullah Mesûdiyan di axaftinaxwe de got: "Ez gelek kêfxweşim ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sebr e ji bo çareserkirina nakokiyên xwe yên li gel Bexdayê û bi qasî ku pêwîst e, nermiyê nîşan dide û hemahengî kiriye."

Mesûdiyan di berdewamiya axaftina xwe de ji bo hevdîtina Barzanî û Zarîf got: "Hevdîtina dawî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di kevana civîna ewlehiya Munichê de li Almanyayê her di vê çarçoveyê de bû. Gotûbêj û danûstandinên gelek baş hebûn. Min gelek hêvî pê heye."

Konsolê îranî ji bo vebûna balafirxaneyan got: "Bi qasî ku ez agahdar im, ji her du aliyên Hewlêr û Bexdayê ve hewlên gelek baş hatine dan û hemû qonaxên teknîkî ber bi pêş ve çûne, min bihîstiye ku di heyameke kurt de balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê tên vekirin. Wek ku tê gotin, nakokî yan xalên ciyawaz ên Hewlêr û Bexdayê derbarê rêyên esmanî û bejayî bi başî û bi xweşî bi dawî bûne."

Bi heman mijarî:

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, “Divê Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê fermî”
Parlamentoya Kurdistanê ji bo raporta Efrînê dicive
Şirketa mezin a Amerîkayê li Kurdistanê dîsa dest bi kolandi bîrên petrolê kir
Lîsteya partiyên Kurdistanê yên beşdarî hilbijartinên Iraqê dibin, eşkere bû
Li Herêma Kurdistanê erdhej pêk hat
Etîketan:
Serkonsolosê Îranê li Silêmaniyê, Seidullah Mesûdiyan, Kurdistan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de