16:34 18 Hezîran 2018
Bavel Talebanî û Balyozê YEyê li Iraqê Ramon Balukan

Balyozê YEyê li Silêmaniyê bi Bavel Talebanî re civiya

© Foto : Nivîsgeha Bavel Talebanî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) li Iraqê Ramon Balukan, 21ê Sibatê li Silêmaniyê serdana kurê Celal Talebanî, Bavel Talebanî kir û ligel wî civiya.

Li gor daxuyaniya nivîsgeha Bavel Talebanî, Balyozê YE yê Iraqê li Silêmaniyê serdana Talebanî kiriye û bihevre civînek saz kirine.

Hat ragihandin ku di civînê de behsa rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên digel Iraqê, hilbijartinên Iraqê û rola YNKê hatiye kirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku her du aliyan jî tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûra bingehîn a Iraqê kirine.

Hêjayî gotinê ye, li Herêma Kurdistanê koma Bavel Talebanî ya nav YNKê, 16ê Cotmeha 2017an bi radestkirina Kerkûkê bo Iraqê têne tohmetbarkirin ku rêkeftina wan a digel hikûmeta Iraqê û serkirdeyên Heşda Şeibî derketibû holê.

 

Bi heman mijarî:

YPG: Hêzên artêşa Sûriyeyê şûnde venekişayane, komeke din hat Efrînê
Tan: Rêxistinên kurdan digotin, pêşiyê Kurdistan, paşê kurdî lê ev dûrê rastiyê bû
Heşda Şeibî banga vegera Şingalê li êzdiyan kir
Rûsyayê ji bo rewşa Rojhilatê Gutayê bangî civînê li NY kir
Zanîngeha Silêmaniyê Roja Zimanê Dayikê zindî kir
Etîketan:
Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de