19:38 24 Hezîran 2018
Mesûd Barzanî

Barzanî ji bo Efrînê bi ENKSê re civiya

© REUTERS / Azad Lashkari
Kurdistan
Lînkê kurt
0 02

Serokê Herêma Kurdistanê yê berê û Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) kir û bi wan re rewşa Efrînê gotûbêj kir.

Li gorî medyaya Herêma Kurdistanê, Barzanî rûdanên siyasî û ewlekariyê yên Rojava û herêma Efrînê, pêşeroja rojhilatê çemê Firatê û hevkêşeyên leşkerî û siyasî yên li wê herêmê gotûbêj kirine.

Desteya Serokatiya ENKSê jî di civînê de behsa têkiliyên xwe yên li gel hêzên siyasî yên Rojava û aliyên din ên Sûriyeyê û çalakiyên xwe kir.

Li gorî agahiyan, Barzanî jî behsa pêşeroja gelê kurd li Sûriyeyê û astengên li pêşberî wan kiriye û herwiha nerînên xwe li ser Rojava ji şandeya mêvan re ragihandin.

 

Bi heman mijarî:

YPG: Îdîayên ku Artêşa Sûriyeyê dikeve Efrînê ne rast in
Pisporê rûsî: Dibe Tirkiye kontrola Efrînê bide Artêşa Sûriyeyê
NY: Şerê Sûriyeyê dîsa gûr dibe
'HSDê û Artêşa Sûriyeyê ji bo Efrînê li hev kir'
Zarîf: Li Sûriyeyê baregehên Îranê tune ne
Etîketan:
ENKS, mesûd Barzanî, Mesûd Barzanî, Efrîn, Kurdistan, Sûriye, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de