19:42 24 Hezîran 2018
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

Ebadî: Me ji bo balafirgehan li ser hebûna karmend û hêzên kurdî li hev kir

© AP Photo / Adam BERRY
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî şertê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê bicihkirina karmendên pasaportê û hêzên kurdî li balafirgehan qebûl kiriye û got, ger hemû şertên wan bên qebûlkirin li demeke nêzîk balafirgeh vedibin.

Ebadî di civîna rojnamevanî ya li Bexdayê de, ragihand ku ew di danûstandinên bi Herêma Kurdistanê re yên derbarê vekirina balafirgehan, kontrola deriyên sînorî û mijarên hilawistî de gihîştine qonaxa dawî ya çareseriyê.

‘HETA HEMÛ ŞERTÊN ME NEYÊN QEBÛLKIRIN VENABIN'

Ebadî got ku wan şertê bicihkirina hêzên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê li balafirgehan û hebûna karmendên Herêma Kurdistanê di karûbarên pasaportan de qebûl kiriye û wiha axivî:

"Li hemû dinyayê kontrola balafirgehan û deriyên sînor di destê hikûmeta navendî de ye. Gava ku hemû şertên hikûmeta navendî hatin qebûlkirin, dê balafirgeh vebin. Lê heke şertên me neyên qebûlkirin, heta 5 yan jî 10 mehan jî ew balafirgeh venabin."

 

Bi heman mijarî:

Zimanzan Geyik: Li hin deveran kurd nivzimanî mane
Serokomarê Lubnanê piştî rûxana Sedam cara yekem serdana Iraqê kir
Nivîskarê navdar Emerîkê Serdar koça dawî kir
Erdogan bo hêzên çûne Efrînê: Bi topbaranê re neçar man vegeriyan
Li Rûsyayê ji bo balyozxaneya Tirkiyeyê pakêteke biguman hat şandin
Lîsteya partiyên Kurdistanê yên beşdarî hilbijartinên Iraqê dibin, eşkere bû
Balyozê Iraqê: Hebûna leşkerên Tirkiyeyê dagirkerî ye
Etîketan:
Kurdistan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de