02:28 20 Nîsan 2018
    Herêma Kurdistanê ala Kurdistanê xwepêşandan

    Şêwirmendê Barzanî: Gava şer be, kurd hêzên meşrû ne lê gava mesele çarenûs be...

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) û şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî, Hêmîn Hewramî got ku "ava kurd lazim bin ji bo şerê terorîstan bikin, dibêjine wan ku ew hêzên meşrû ne. Lê gava mafê xwe yê çarenûsê dixwazin, dibêjin ne meşrû ne."

    Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) û şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî, Hêmîn Hewramî di Klûba Valdayê de axift.

    Hewramî li ser hesabê xwe yê Twitterê hinek beşên axiftina xwe weşandin û got ku dewletên piştî şerê cîhanê yê duyem derketin holê, daxwazên kurdan neanîn cî û wiha dewam kir: "Rejîmên ku li dû hev hat, polîtîkayên redkirin, asîmîlasyon, paqijkirina etîkî, kîmyabaran sepandin. Kurdan bi hemû amûran, şoreş, serhildan, gotûbêj û beşdariya polîtîk hewl dan lê wan tevahiya hewldanan bê encam man."

    Herwiha Hewramî di axftina xwe de got ku ji ber Iraqê xalên destûra Iraqê bin pê kirin, kurdan referandûma serxwebûnê pêk anî û wiha dewam kir: "Ti ajendeyeke me ya pan-kurdî tine."

    Rayedarê kurd di berdewamiya axiftina xwe de wiha got: "Gava kurd lazim bin ji bo şerê terorîstan bikin, dibêjine wan ku ew hêzên meşrû ne yên ku ji dêvla civaka navdewletî şer dikin lê gava ku kurd bi awayekî aştiyane xwe nîşan didin û dengê xwe bi demkratîk ji bo mafê xwe yê bingehîn ê çarenûsê didin, dibêjin, ew ne meşrû ye."

     

    Bi heman mijarî:

    Partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên Iraqê li hev kom bûn
    Erdogan ji berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dizeyî re sersaxî xwest
    Kurdistanê petrol radestî Iraqê kir, lê pereyê petrolê dîsa nayê dayîn
    Rûsya: Bexda ji bo xebatên şîrketên rûsî yên li Kurdistanê alîkariyê dike
    Etîketan:
    Hêmîn Hewramî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de