02:42 28 Gulan 2018
Kurdistan

Tirkiye ji bo wergirtina vîzayê hêsankariyê ji welatiyên Kurdistanê re dike

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Konsulê nû yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Hakan Karacayî ragihand ku Hikûmeta Enqereyê mekanîzmeyeke nû ji bo dana vîzeya Tirkiyeyê bo welatiyên Herêma Kurdistanê pêk tîne ji bo ku di zû vîzeya Tirkiyeyê wergirin.

Parlamentoya Iraqê
© Sputnik / Osman Başqalî
Berî niha vîze di rêya nivîsgeheke Hikûmeta Tirkiyeyê ku li herêmê vekiribû re dihatin dan lê hinek gîro dibûn û welatî çend rojan li hêviya vîzeyê diman.

Konsulê Tirkiyeyê daxuyaniyek da saziyên ragihandinê û tê de diyar kir ku ew hewl didin ku pêwendiyên xwe di hemû waran de li gel Herêma Kurdistanê xurt bikin, nexasim di warê tûrîzmê de.

Di berdewamiya daxuyaniyê de, konsulê tirk ragihand ku Tirkiye dê bi rêyeke hêsan vîzeyê bide welatiyên Herêma Kurdistanê û bi rêya hinek şirketên taybet dê bikarin di yek rojê de daxwaze vîzeyê bikin û di heman rojê de bistînin jî."

Bi heman mijarî:

Roja hilbijartinên Herêma Kurdistanê nehat diyarkirin
Sibe şandeke Parlemana Kurdistanê serdana Efrînê dike
Kurdistanê îdiaya kuştina bikom a girtiyên DAIŞî bi raporeke berfireh red kir
Etîketan:
Hakan Karacay, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de