15:49 21 Gulan 2018
    Parlementoya Herêma Kurdistanê

    Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Belçîka dike

    © Foto : Parlementoya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Wiha biryar e îro roja sêşemê şandeke Herêma Kurdistanê bi merema beşdarîkirinê di kongreke taybet de bi Têhnê de serdana welatê Belçîkayê bike.

    Di vê barê de Dilşad Şakir li kargeriya parêzgeha Dihokê ji Sputnîkê Kurdistanê re raghand, "li ser daxwaza Hikûmeta Belçîka îro şandeka Herêma Kurdistanê ku ji Newzad Hadî parêzgarê Hewlêrê û Heval Ebubekir parêzgarê Silêmaniyê û Ferhad Etruşî parêzgarê Dihokê pêk hatiye dê serdana welatê Belçîkayê bikin."

    Herweha da xuyakirin ku şanda herêma Kurdistanê sibe wê beşdaryê di kongreke taybet bi warê têhnê de dike ku hejmareke parêzgar û serok şaredariyên welatên Ewropa tê de beşdar dibin.

    Herweha got, "Kongre wê sibe roja çarşemê dest bi karên xwe bike û bo dema dû rojan wê berdewam be û rewşa Têhnê bi giştî û çawanya bikaranîna têhna rojê (çirûska rojê) li cihê çiruska ceryan û petrolê gengeşe bike."

    Bi heman mijarî:

    Bûyerek balkêş: Fiskirina rêwî bû sedema daketina balafirê
    Çavuşoglu derbarê îdiayên lihevkirina YPG u Esad de axivî
    Îhtîmala şerê Tirkiye - Sûriyeyê û encamên wê
    Qetar tevlî Zîrweya Yekîtiya Erebî ya li Siûdî dibe
    Serokomariya Tirkiyeyê li ser îdiaya ‘lihevkirina Esad û YPGê' daxuyaniyek da
    Etîketan:
    Enerjî, dîplomasî, civîn, Kongre, Spûtnîk Kurdistan, Ferhad Etrûşî, Newzad Hadî, Dilşad Şakir, belçîka, Belçîka, Kuristan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de