17:30 20 Nîsan 2018
    Li Hewîceyê milîşeyên Heşda Şebî û leşkerên Iraqê

    Piştî kuştina 27 milîsên Heşda Şeibî li Kerkûkê operasyoneke mezin hat destpêkirin

    © REUTERS /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Kerkûkê piştî kuştina 27 milîsên rêxistina Heşda Şeibî li başûrê bajar li hemberî DAIŞê operasyoneke berfireh hat destpêkirin.

    Midûrê Polîsê Kerkûkê Xettab Omer di axaftina xwe de ragihand ku piştî êrişa milîtanên DAIŞê yên li dijî milîsên Heşda Şeibî li başûrê bajêr operasyonek hat destpêkirin.

    Xettab Omer di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bi operasyonê em ê DAIŞê ji herêmê paqij bikin. Operasyona ji aliyê polîsê federal, artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ve hat destpêkirin û dê qadeke fireh a başûrê bajêr bigre. Berê jî çend caran operasyonên bi vî rengî hatibûn kirin, lê he jî milîtanên DAIŞê xwe li herêmê vedişêrin."

    Duhî li başûrê Kerkûkê li herêma gundê Sadûniyê milîtanên DAIŞê êrişî milîsên Heşda Şeibî kiribûn û di encamê de 27 milîs hatibûn kuştin û gelek jî bi xwe re revandibûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Kerkûkê şerê dijwar: 27 milîsên Heşda Şeibî hatin kuştin û 20 jî hatin revandin
    Li Kerkûkê embara çek û teqemeniyên artêşa Iraqê teqiya
    Li Kerkûkê berpirsekî din ê tirkmen rastî êrişa çekdarî hat
    Cibûrî: Şandina petrola Kerkûkê bo Îranê vê mehê dê dest pê bike
    Wezareta Petrolê ya lraqê li Kerkûkê zelalgeha petrolê ava dike
    'Erebkirina Kerkûkê berdewam e û pilaneke nû jê re danîne'
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, DAIŞ, Xettab Omer, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de