11:48 21 Hezîran 2018
Hewlêr

Du xortên ku li kurdan gefxwarin ji aliyê hin kesan ve hatin derpkirin

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Doh li bajarê Hewlêrê du xortên ereb ên ji Besrayê li ser nave Heşda Şeibî bi dengekî bilind li welatiyên Hewlêrê xwarine û gotinên xirab li hember kurdan kirine. Ev du kes li nêzşm kelha dîrokî ji aliyê hejmarek kesên ve hatin lê xistin.

Herwiha polîsên Hewlêrê kesên ku li du xortên ereb xistibûn desteser kirin û Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî li ser bûyerê civîna çapameniyê li dar xist û diyar kir ku ev yek tiştekî normal bûye û ti sedemekî siyasî li pişt bûyerê nîn e.

Lê ev buyer bû sedema bertekên parlamenterên ereb, xelkê Besrayê û eşîra Eşîra Qiturd ya her du xortan; di daxuyaniyên xwe û vîdyoyên ku hatin belavkirin de gef li kurdan û Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û dibêjin ku, "Em ê her kurdekî li Besrayê bikin armanc, lê bixin û ji Besrayê derxin.

Ji aliyê din ve Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî ji bo çareserkirina mijarê nivîsarek ji waliyê Besrayê re ku kopyayeke wê ji aliyê peyamnêrê Sputnikê ve hat bidestxistin û tê de daxwaza lêborînê ji walitiyê, civata gelê Besrayê û malbata her du xortan xwestiye. Herwiha carektin teqez dikin ku ti sedemekî siyasî li pişt bûyerê tine ne.

Nameya Waliyê Hewlêrê ku ji Waliyê Besrayê re şand
© Sputnik /
Nameya Waliyê Hewlêrê ku ji Waliyê Besrayê re şand

Bi heman mijarî:

Helbestkarê kurd Abdulla Peşêw li ser Efrînê helbestek nivisî
Kurd giliyê Ebadî li dadgeha navneteweyî dikin
"Kurd ji bendemayîna li alîkariya Amerîkayê aciz bûne"
Peykerê hunermendê kurd ku hêj dijî hat danîn
Wilson: Kurd di veguherandina Sûriyê de xwediyê rolek mezin in
Etîketan:
xort, kurd, Sputnik, Newzad Hadî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de