23:49 22 Sibat 2018
Zindî
    Abdullah Ocalan

    Osman Ocalan li ser rewşa dawî ya Ocalanî ji Sputnikê re axivî

    © Foto:
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 41

    Wek îro berî 19 salan, anku di 15ê Sibata 1999an de Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan ji aliyê MITa Tirkiyeyê û bi alikariya îstîxbarata Amerîka û Îsraîlê li Kenyayê hat girtin. Birayê Serokê PKKê, Osman Ocalan ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku "têkiliyên Ocalan li gel cîhanê hatine qutkirin."

    Birayê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan bi rêya Sputnik Kurdistanê peyamek bi vê helkeftê şand û tê de got:" Mixabin bo demeke dirêj birêz Ocalan di girtîgehê de ye û têkiliyên wî li gel cîhanê hatine qutkirin. Armanca Tirkiyeyê ew bû ku kesayeta Ocalanî têk bibe û wî bike mirovekî bêhiş ku nikare bi rêkûpêkî bijî. Çi tiştê hovane ku li dinyayê nebe, Tirkiye li dijî Ocalan bi rê ve dibe. Berî hemû tiştî em bibêjîn ku mafê komara Tirkiyeyê tine ku Ocalan di zindanê de bigire. Ocalan bixwe serokê gelê kurd e. Ev tişt bi Tirkyeyê xweşe be yan na, lê gelê kurd bigiranî dibêje Ocalan serokê me ye. Xelkê bakurê Kurdistanê û herwiha başûr û rojhilat û rojava û ji nîv zêdetr xelkê kurd Ocalan bi serokê xwe yê yekemîn qebul dike. Ji ber wê hindê heta niha gelê kurd xwedî li Ocalanî derdkeve û xebata Ocalan her dem berdewam e û xelk pêgirê wê xebatê ye".

    "EV DU SAL IN, MALBATA WÎ JÎ NIKARE WÎ BIBÎNE"

    Li ser pirsyara bê gelo çi agahiyên wan derbarê Ocalanî de hene yan na, Osman Ocalanî got: "Bo demeke pir dirêj, Ocalan hatiye tecrîdkirin û komara Tirkiyeyê rê nade kesekî ku Ocelan bibîne. Ev bêtirî du salan e ku heta bi malbata wî jî nikare wî bibîne.  Ji ber wê yekê em dibêjîn Tirkiye hemû mafên mirovan bin pê dike û Apo di zindanê de dihêle. Pêwîst e, ew ên li gel mafên mirovan van kiryarên Tirkiyeyê şermezar û mehkûm bikin. Bi taybetî di vê qonaxê de ku Tirkiye bi berfirehî li dijî kurdan şer dike. Li Efrînê îro hêzên li ser rêbaza Apo li dijî Artêşa Tirkiyeyê di şerekî mezin de ne."

    "KURD Û TIRK DI NAV ŞEREKÎ MEZIN DE NE"

    Di berdewamiyê de Osman Ocalan li ser cudahiya bibîranîna îsal û yên par de axivî gıt: "Ev bibîranîna 15ê Sibatê ya girtina Ocalanî ji hemû bibîranên din cudatir e, ji ber ku kurd û tirk di nav şerekî berfireh û mezin de ne. Ew ên dostên kurdan bin, pêwîst e, di vê qonaxê de ji li serok Apo û gelê kurd xwedî derkevin. Bi taybetî li Efrînê piştgiriya gelê kurd bikin û li dijî hovitiya Tirkiyeyê rawestin. Ev gelekî giring e."

    Bi heman mijarî:

    Pîrozkirina rojbûna Ocalanî hat qedexekirin
    KCK: bi dirûşma “bê serok jiyan nabe” rojbûna Ocalanî pîroz kir
    Biraziyê Evdila Ocalanî hat desteserkirin
    Gelo cihê Ocalanî tê guhetrtin?
    Selvi: Hevdîtin bi Ocalanî re dewam dikin
    'Kurd, Amerîka û Tirkiyeyê li ser girtîgeha malê ji bo Ocalanî li hev kiriye'
    Etîketan:
    Abdullah Ocalan, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de