10:10 25 Gulan 2018
    YNK

    YNK îro ji bo kongreyê biryara xwe ya dawî dide

    © Foto: www.pukpb.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor daxuyaniya endamê encûmena navendî ya YNKê encûmena serkirdayetî îro ji bo kongreyê biryara xwe ya dawî dide.

    Bajarê Kerkûkê
    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Endamê serkirdayetiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Ferîd Eseserd di axaftina xwe de ragihand ku îro seet li 11:00ê berî nîvro herdu encûmenên serkirdayetî û navendî derbarê diyarkirina dema kongreya YNK dicivin.

    Ferîd Eseserd di berdewamiya axaftina xwe de got: "Eger di civînê de negihîjin lihevkirinekê û nikarbin roja kongreyê diyar bikin civîn dê li ser wê pirsê berdewam dibin.

    Hêjayî gotinêye ku piştî mirina Mam Celal Talebanî Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ji bo lidarxistina kongreyê gelek caran civîn li dar xistine, lê heta niha ji civînan ti encam derneketiye.

     

    Bi heman mijarî:

    YNK beriya hilbijartinên Iraqê kongreya xwe li dar dixe
    YNK: Kerkûk hatiye dagirkirin
    YNK îro careke din kom dibe
    Kerîm: Pêwîst e YNK ji bo 16ê Cotmehê komîteyekê ava bike
    YNK: Me ji sedî 15 deng winda kiriye
    Etîketan:
    YNK, Ferîd Eseserd, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de