00:45 19 Sibat 2018
Zindî
    Fermandarê Amerîkî Joseph Votel

    Votel: Alîkariya Amerîkayê ya bo Pêşmerge berdewam e

    © REUTERS/ Kevin Lamarque
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê Hêza Navendî ya Amerîkayê (Centcom) General Joseph Votel di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de ku bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civîya, piştgirî da danûstandinên navbera Hewlêr-Bexdayê û diyar kir, piştgiriya Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge berdewam dike.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civîna 14ê Sibatê de daxuyaniyek weşand û tê de ragihand, di civînê de ji bilî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr

    Qubad Talebanî û şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandeke leşkerî û dîplomasî ya Amerîkayê amade bûn, rewşa leşkerî û ewlehî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê û herwiha qonaxa piştî jinavbirina DAIŞê hatiye gotûbêjkirin.

    Di civînê de şanda Amerîkayê "hêviya xwe anî ziman ku li gor destûra Iraqê herdu alî bigihin çareseriya temamê pirsgirêkan."
    Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgirî û hevkariya leşkerî ya berdewam a Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de kir û hêviya xwe anî ziman ku hevkarî berdewam bin.

    Barzanî tekez kir ku li ser bingeha destûrê Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ligel hikûmeta Iraqa Federal amade ye.

    General Votel jî spasiya alîkarî û hevahengiyê kiriye ku navbera hêzên Pêşmerge û leşker û rahênerên Amerîkayê de heye.

    Fermandarê amerîkî herwiha tekez kir ku alîkariya leşkerî ya Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge berdewam e.

    Herwiha hat ragihandin ku herdu aliyan tekez kirine ku têkbirina terorê tenê ji aliyê leşkerî ve bi dawî nabe, divê ji bo jinavbirin û têkbirina hizr û ramanên terorîstan bernameyek were amadekirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Facebookê taybetmendiyeke nû
    KNKê ji bo Efrînê biryara xwepêşandana giştî wergirt
    Li Dihokê şewatek derket: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
    Ji hikûmeta Sûriyê banga Efrînê: Bila kurd û ereb bibin yek û şerê Tirkiyê bikin
    Wezîrên Parastinê yên Amerîka û Tirkiyê civiyan
    Sekretêrê Giştî yê NATOyê Stoltenberg li ser Efrînê axivî
    Etîketan:
    Pêşmerge, Hewlêr, Kurdistan, ıraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de