02:18 22 Sibat 2018
Zindî
    Civîna Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li Hewlêrê derbarê Efrînê de

    KNKê ji bo Efrînê biryara xwepêşandana giştî wergirt

    © Foto: Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (373)
    0 0 0

    Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) îro 14ê Sibatê li Hewlêrê bi mijara Efrînê civînek ligel partî û saziyên civaka sivîl li dar xist û biryar stand ku li seranserê Herêma Kurdistanê xwepêşandan were lidarxistin.

    Di civîna ku li baregeha Partiya Zehemtkêşanên Kurdistanê hat lidarxistin de, li ser êrîşên dijî Efrînê hatin şermezarkirin û biryara xwepêşandana giştî hat standin.

    Endamê Polîtburoya Pantiya Yekîtiya Neteweya Demokrat a Kurdistanê Şaxewan Xalid derbarê civîna KNKê de ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî û got, "Di civînê de êrîşên berdewam ên artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê hatin şermezarkirin û piştevanî bo şervanên Efrînê hat dayîn."

    Xalid got, "Biryar hat wegirtin xwenîşandaneke li seranserî herêma Kurdistanê bo piştevaniya Efrînê bê lidarxistin."

    Xalid da xuyakirin ku hemû aliyên beşdar li ser lihevkirin ku bi hawara gelê Efrînê de biçin û bi rêya çalakiyên aştîxwaz ên civaka sivîl rê li ber êrîşên Tirkiyê yên ser Efrînê bigirin.

    Şaxewan Xalid da zanîn ku di civîna KNKê de êrîşa ser Efrînê wekî êrîşa ser tevahiya Kurdistanê hatiye nirxandin, banga yekrêziya kurdan hatiye kirin û hatiye xwestin ku li dijî êrîşên hovane yên ser Efrînê fişara navdewletî li ser Tirkiyê bikin û dengê mezlûm ê gelê Efrînê bigihînin cîhanê.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (373)

    Bi heman mijarî:

    Li Dihokê şewatek derket: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
    Ji hikûmeta Sûriyê banga Efrînê: Bila kurd û ereb bibin yek û şerê Tirkiyê bikin
    Sekretêrê Giştî yê NATOyê Stoltenberg li ser Efrînê axivî
    Endamê Meclîsa PAKê Ermiş hate desteserkirin
    Salih Muslim: Welatek endamê NATOyê sivîlan qetil dike
    Etîketan:
    Efrîn, Tırkiye, sûriyeyê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de