03:19 24 Sibat 2018
Zindî
    Li Kurdistanê şewatekê rûda

    Li Dihokê şewatek derket: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê li garajeke ku tê de jeneratorên taxên wî bajarî hebûn şewateke mezin derket. Ji ber şewatê welatiyekî jiyana xwe ji dest da û çendîn wesayîtên taybet jî şewitîn.

    Hate ragihandin ku li garajeke Dihokê agir bi zêdetirî jeneratorên ku ceryana du taxên wî bajarî dabîn dikin ket û ta niha ew agir nehatiye kontrolkirin. Tê gotin ku dema du hesinker ji bo lehîmkirina tankerekê hatine garajê, agir bi garaja ku tê de 13 jenerator hene ketiye.

    Rêveberê Giştî yê bajarê Dihokê Silêman Îzedîn li ser sedema agirderketinê re ragihand: "Bûyer ji ber xemsariya xwediyê garajê qewimî. Me berî niha bergiriyên pêwîst jê re diyar kirine ku nabe li cihekî tankera gazê tê de heye lehîm bê kirin, lewma ji ber lehîmkirinê ev agir derketiye."

    Hêjayî gotinê ye ku ji ber şewatê 3 otomobîl û vîncek û tankereke gazê şewitîn û du tanker jî teqiyan, herwiha welatiyekî jî jiyana xwe ji dest daye.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Dihokê qezaya trafîkê: 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
    Li Dihokê avahiyek herifî, 10 kes birîndar bûn
    Çavkanîyek bo Spûtnîkê: Hêzên Iraqî û Heşda Şeibî amadekariya êrîşa navçeyên Dihokê dikin
    Almanya li Dihokê du dibistan çêkirin
    Etîketan:
    Teqîn, Şewat, Dihok
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de